2 zarokên qurbaniyên zewaca xizman

Her du zarokên bi navê Zihûr û Nûr bi şev nikarin bibînin. Ji ber wê nikarin bi şev di nav malê de tev bigerin. Ji lew re dayika wan şîvê ji wan re di demeke zû de amade dike û piştre radikevin. Ji ber zewaca xizman her du keçik bi vê nexweşiyê ketine.

2 zarokên qurbaniyên zewaca xizman
2 zarokên qurbaniyên zewaca xizman
2 zarokên qurbaniyên zewaca xizman
2 zarokên qurbaniyên zewaca xizman
20 îlon, 2018   07:03

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Zihûr 9 salî ye, ji ber nexweşiyekê ava şîn bi çavên wê de hatine. Nûr jî 6 salî ye bi heman nexweşiyê ketiye. Dayika her du keçan Bedriye Şiyox diyar kir ku sedema vê nexweşiyê zewaca xizman e.

Her du keçik ji ber hebûna ava şîn di çavên wan de ji zarokatiya xwe ve kor bûne. Lê piştî niştegeriyeyê Nûr niha rê bi dijwarî dibîne û tenê dikare di nav mal de tev bigere. Lê bi şev her du keç kor dibin û nema dikarin bibînin. Ji ber wê her du keç şîvê zû dixwin û radizên. Her wiha nikarin di rojên germ de derkevin derve û bi zarokan re bilîzin.

Têkildarî mijarê Bedriyê Şiyox ji ajansa me re li ser zewaca xwe axivî û wiha got: “Ez bi kurê apê xwe Hisên Şiyox re zewicîm. Du zarokên min çêbûn lê her du jî sax in. Lê Zihûr û Nûr dema welidîn her du di çavên xwe de asteng bûn.”

Ji bo dermankirina Zihûr hema piştî zayînê, Bedriyê serî li bijîşkên Helebê da, lê bijîşkan ew pêşwazî nekir. Piştre Bedriye keça xwe bir nexweşxaneya çavan a Helebê. Di nexweşxaneyê de bijîşka bi navê Hele Hîlal çavên Zihûr emeliyat kirin. Lê ji ber destpêkirina şer di navbera rêjîm û hêzên çekdar li Helebê de, dermankirina Zihûr nîvçe ma.

Lêçûna dermankirinê pir buha ye

Piştî demekê Bedriye serî li bijîşkên Şamê da û diyar kir ku her du keç bi hewcedariya çandina îrîsan in û lêçûna neştergeriyê ji bo her çavekî milyonek lîreyên Sûriyeyê ye. Lê Bedriyeyê nikarî wan pereyan peyda bike û wiha got: “Ji ber nebûna pereyan min navên her duyan li rêxistin û komeleyên xêrxwaziyê tomar kirin. Lê heta niha tu bersiv nehat.”

Bedriye destnîşan kir ku ji bo ku Zihûr bibîne ew her çavek bi 400 hezar lîreyên Sûriyeyê emeliyat kirine. Berê hîç nedîtin lê niha tenê dikare bi dijwarî di nav malê de tev bigere.

Her wiha rewşa her du keçikan piştî dayîna alîkariya tenduristiyê û pêkanîna neştergeriyê û rakirina ava şîn, dibe ku baş bibe. Di dawiyê de Bedriye hêvî kir ku komeleyên xêrxwaziyê alîkariya wê bikin.

(şx)

ANHA