Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin

Ji bo zarokên li kampa Eyn Îsa rêveberiya kampê bi hevkariya rêxistinên mirovî ku li kampê kar dikin, dibistanan vedike. Her wiha bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku piştgiriya beşa perwerdeyê bi awayekî zêdetir bikin.

Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
Li kampa Eyn Îsa zarok ji perwerdeyê bê par namînin
20 îlon, 2018   07:05

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Mafê xwendinê ji mafên bingehîn ên peyman û qanûnên navdewletî û rêxistinên cîhanî ye. Ji ber wê rêveberiya kampa Eyn Îsa xem xwar ku mafê xwendinê yê zarokan, bi cih bîne.

Bi wê armancê rêveberiya kampê dibistanek li kampê vekir. Niha bi hevkariya rêxistinên ku li kampê kar dikin û ji bo pêşwazîkirina zarokan dibistanên din vedike.

Hejmara xwendekarên dibistanên kampa Eyn Îsa 2 hezar û 960 e. Temenên wan di navbera 6-12 saliyê de ne. Bi vî awayî hatine belavkirin: Dibistana kampê ku Meclisa Sivîl a Reqayê dişopîne 500 xwendekar, dibistana El-Qube hezar û 185 xwendekar û dibistana Wîfaq hezar û 275 xwendekar.

Materyalên ku li dibistanên kampê tên dayîn, materyalên dibistanên Reqayê ne (erebî, bîrkarî, zanyarî, inglîzî) û li dibistanên ku rêxistinan vekirine, materyalên navneteweyî ne.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf wiha got: “Zarok li dibistanên kampê hatin pêşwazîkirin. Wek rêveberiya kampê me hewl ku zarok ji mafê xwendinê bê par nemînin.”

Di dawiyê de El-Eyaf bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya beşa perwerdeyê bikin û navendeke tenduristiyê li dibistanên kampê vekin û her wiha pêdiviyên dibistanê pêşkêş bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Komîteya Perwerdeyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di serê meha Mijdara sala borî de dibistanek li kampê vekir ku ji 4 eywanan pêk tê û dikare 500 xwendekaran pêşwazî bike û 12 mamoste xebatên perwerdeyê lê dimeşînin.  

(şx)

ANHA