Hunera li ser petatan

Ciwanê bi navê Mihemed ji ber hezkirina xwe ya şêwekariyê, piştî gelek hewldanan li ser liba petatê karî rûyê mirovekî xêz bike. Îro jî piştî ku fêrî hunera şêwekariyê bû, peykereke xwedawenda Îştar neqişand.

Hunera li ser petatan
Hunera li ser petatan
Hunera li ser petatan
Hunera li ser petatan
Hunera li ser petatan
Hunera li ser petatan
Hunera li ser petatan
20 îlon, 2018   06:52

BASIL REŞÎD-XANDÎ ELO / ŞEHBA

Ciwanê bi navê Mihemed Elî ji gundê Mîrkan ê girêdayî navçeya Mabata ye. 17 salî ye û malbata wî ji bav, dê û 2 xwişkan pêk tê. Mîna gelek şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriyê neçar ma ji Efrînê derkeve û li Şehbayê bi cih bû, niha jî li Kampa Berxwedan dimînin.

Têkildarî hunera xwe Mihemed Elî ji ajansa me re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Mihemed destnîşan kir ku ji beriya 3 mehan ve dest bi hewldanên şêwekariyê kir. Di tecrubeya yekemîn de rûyê mirovekî li ser libeke petat (kartol) neqiş kir û piştî gelek hewldanan di dawiyê de karîbû fêrî vê hunerê bibe. Bi demê re armanca Mihemed mezin bû.

Mihemed diyar kir ku hunera şêwakariyê ji wênesazekî bi navê Ebo Corc fêr bûye. Mihemed nêzî mehekê hunera şêwekariyê fêr bûye. Destpêkê bi madeya ismentê (çîmento) rûyê kesayetan neqiş kir. Ji berhemên wî yên yekemîn serê Feron e.

Piştre Mihemed di dirêjahiya mehekê de bedena xwedawenda şer û hezkirinê Îştar neqiş kir. Lê karê Mihemed ji ber tunebûna madeya isment negihaşt serî.

Ji ber dijwarbûna peydabûna pêdivî û alavên şêwekariyê, Mihemed neçar dimîne ku kêr bi kar bîne.

Tevî xebatên wî, Mihemed li Desteya Çand û Hunerê di beşa şanoyê de dewam dike û her wiha lêdana bizuqê fêr dibe. Bi vî awayî Mihemed Elî roja xwe dadigire û huner û şarezahiyên xwe bi pêş dixe.

(şx)

ANHA