Umer Ereb: Kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya me nabin asteng

Fermandarê Foca Duyemîn a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Umer Ereb tekez kir ku kiryarên çeteyan li pêşiya pêşketinên wan nabin asteng û diyar kir ku dê di demeke nêzîk de gundê El-Sûse rizgar bikin.

Umer Ereb: Kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya me nabin asteng
Umer Ereb: Kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya me nabin asteng
Umer Ereb: Kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya me nabin asteng
Umer Ereb: Kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya me nabin asteng
Umer Ereb: Kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya me nabin asteng
Umer Ereb: Kiryarên çeteyên DAIŞ`ê li pêşiya me nabin asteng
19 îlon, 2018   07:38

EMAR EL-XELEF – DIYAR EHMO / DÊRAZOR

Şervanên QSD`ê roj bi roj ber bi aliyê rojhilatê bajarokê Hecîn baregeha dawîn a çeteyên DAIŞ`ê ve bi pêşde diçin. Duh jî di saetên sibê de pira Baxoz – El-Bûkemal a ku her du aliyên çemê Firatê bi hev dide girêdan, rizgar kirin. Çeteyên DAIŞ`ê hewl da wê pirê bi temamî biteqînin û mayin bikin.

Di vê çarçoveyê de fermandarê Foca Duyemîn a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Umer Ereb ji ajansa me ANHA`yê re axivî. Umer Ereb tekez kir ku hêzên wan ji aliyê rojhilatê bajarokê Hecîn ve bi pêş de diçin, Baxoza Jêrîn, Pira Sûse ya bi girîngiya xwe tê nasîn û her du aliyên çemê Firatê bi hev dide girêdan ji çeteyan hatin rizgarkirin. Umer Ereb destnîşan kir ku moralên çeteyan dikevin û tekez kir ku hêzên wan bi moralên pir bilind ji her tiştî re amade ne.

Umer Ereb got çeteyên DAIŞ`ê ji ber derbeyên giran ên şervanên QSD`ê nema dikarin tu tiştî bikin erebeyan mayin dikin û mayinan di erdê de bi cih dikin lê şervanên QSD`ê bersiva erebeyên mayinkirî didin û êrîşên wan têk dibin.

Umer Ereb di axaftina xwe de got lê hêviya saeta ku êrîşî gundê Sûsê deriyê sereke ber bi bajarokê Hecîn ji aliyê rojhilat ê navçveyê ve, bikin. Her wiha Umer Ereb destnîşan kir ku gundê Sûsê beramberî gundê El-Şefa gundê herî dawîn ê girêdayî navçeya Hecîn e.

Umer Ereb tekez kir ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertalên zindî bi kar tînin da ku pêşketina şervanan asteng bikin.

Fermandarê Foca Duyemîn a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Umer Ereb bang li şêniyên ku di bajarokê Hecîn de ne kir ku ji wê derê derkevin û berê xwe bidin kampa Îwa ya bakurê bajarokê Hecîn.

(bx)

ANHA