Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin

Şêniyên Dêrazorê cenazeyê 4 şehîdên ku di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bûn li goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kirin.  

Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
Şehîdên Şerê Tunekirina Teror hatin oxirkirin
19 îlon, 2018   07:30

DÊRAZORÊ

Şêniyên Dêrazorê cenazeyên 4 şervanên QSD`ê Hisên El-Ebid (Mekhil), Abdullkerîm El-Nebir (Nemir), Selame El-Recawî (Xezeb), Hemûd EL-Elî (Hemûd) ên di pêngava dawîn a hemleya Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de şehîd bûn li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyên civaka sivîl, endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê, şervan û fermandarên QSD`ê tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji fermandarên QSD`ê Ebû Umer axivî û sersaxî ji malabata her çar şehîdan re xwest û got bi saya şehîdan herêm ji çeteyan tê rizgarkirin û destnîşan kir ku tu carî têkoşîna şehîdan nayê jibîrkirin û ew ê heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.

Ji aliyê xwe ve bavê yek ji şehîdên hatin oxirkirin Hemûd El-Xelîl axivî û got kurê wî ji bo azadî û aştiyê canê xwe feda kir û soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya kurê xwe û hemû şehîdan bin da ku xaka xwe û gelê xwe ji çeteyan rizgar bikin.

Paşê wesîqetên şehadetê ji aliyê yek ji rêveberên Saziya Malbatên Şehîdan Wefa El-Celal ve hate xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên her çar şehîdan di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hatin oxirkirin.

(bx)

ANHA