Hilberîna pembo ya îsal kêm e

Cotkarên kantona Girê Spî dest bi çinîna hilberîna pembo kir. Qadên ku îsal bi pembo hatine çandin 98 hezar donim e. Ji ber hilberîna kêm cotkar nikarin lêçûnên xwe derxin. Ji aliyê xwe ve aliyên têkildar sedema kêm hilberînê diyar kir û soza çareseriyê û piştgiriyê didin.

Hilberîna pembo ya îsal kêm e
Hilberîna pembo ya îsal kêm e
Hilberîna pembo ya îsal kêm e
Hilberîna pembo ya îsal kêm e
Hilberîna pembo ya îsal kêm e
Hilberîna pembo ya îsal kêm e
Hilberîna pembo ya îsal kêm e
19 îlon, 2018   07:55

EHMED EL-KIMYAN-GULISTAN MIHEMED / GIRÊ SPÎ

Kantona Girê Spî bi berhema pembo navdar e. Ji girîngtirîn berhemên çandiniyê tê hesibandin. Di meha Nîsanê de tê çandin û di mehên Tebax û Îlonê de tê çinîn.

Îsal cotkarên Girê Spî hilberînê di çarçoveya miqdarên ciyawaz de dest bi çinînê kir.

Miqdara hilberînê derçûnê dernaxe

Lêçûna çandiniya pembo îsal ji her donimekî re giha 40 hezar lîreyên Sûriyeyê. Her wiha ji ber belavbûna nexweşiyan di nav berhemê de, cotkar derman reşandin û ew jî lêçûn zêde kir.

Berhema pembo ji ber belavbûna nexweşiyan bi rêjeya ji sedî 70 telef bû. Ji ber wê miqdara hilberînê îsal kêm e. Miqdara hilberînê ya îsal di navbera 30-200 kg de ji her donimekê derdikeve. Ev miqdar li gorî salên borî ku digihaşt 600 kg her donimekî, gelek kêm e. Piraniya cotkaran tiştek ji hilberînê negirt, ji ber wê zeviyên pembo bûn çêregeha pez.

Têkildarî mijarê cotakarê bi navê Idrîs El-Necal ê ji bajarokê El-Hîşê yê girêdayî navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî  tekez kir ku diviyabû berhema her donimek bigihişta 200 kg ta ku lêçûnên wan derxe, lê mixabin hilberîna îsal negihîşt asta derxistina lêçûnê.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Abdullah Ibrahîm ê ji kantona Girê Spî got: “Ji ber têkçûna hilberînê xisarên îsal mezin in. Ji bo berhemê me gelek mesref kir û di dawiyê de tiştek tune ye.”

Li gorî cotkaran ji bo ku lêçûnên xwe derxin, dive buhayê kîloya pembo ya guncaw 300 lîreyên Sûriyeyê ye, da ku bazirganî keysbazî li cotkaran neke û bi buhayeke kêm pemboyê cotkaran bikire.

Lê Komîteya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî nirxa kirîna pemboyê diyar nekiriye. Heta ku bi cotkaran re bicive û buhayê guncaw diyar bike. Lê di sala borî de komîteyê bi buhaya 300 lîreyên Sûriyeyê ji her kîloyekê re ji cotkaran kiribû.

Kêmbûna hilberînê bandoreke neyînî li cotkar û karkeran kir

Li gotî ruxsetên ku Komîteya Çandinyê îsal dane, qadên ku bi pembo li kantona hatine çandin gihaşt 98 hezar donim û bi vî awayî rêz bûne: 21 hezar donim li Girê Spî, 31 hezar donim li navçeya Eyn Îsa û 46 hezar donim li navçeya Silûkê. Bi gotineke din bi rêjeya ji sedî 21 ji zeviyên çandiniyê pembo hatiye çandin.

Pembo derfetên kar ji hezaran şêniyên herêmê re peyda dike, da ku di zivistanê ku kar tune ye, bi pereyên ku ji pembo derxistine debara xwe ya jiyanê bike.

Ji bo her kîloyekê karker 20 lîreyên Sûriyeyê werdigire. Îsal rojane karker 20-50 kg pembo berhev dike. Di encamê de destheqê wan digihîje hezar lîreyên Sûriyeyê. Ev destheq li gorî salên borî kêm e.

Aliyên têkildar soza çareseriyê û destekê didin

Komîteya Çandiniyê ya Kantona Girê Spî ji bo pêşwazîkirina hilberîna pembo, navendek li navçeya El-Celebiyê ya girêdayî kantona Kobanê amade kiriye. Ev navend 30 hezar ton dikare pêşwazî bike.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê yê Kantona Girê Spî Ehmed Hesen sedema têkçûna hilbirîna pembo ya îsal vegerand belavbûna nexweşiyan di nava pembo de, nebaşiya cureyên tovan û ne bikêrhatina derman û semadan, da ku kurmikan bikuje.

Ehmed Hesen wiha domand: “Ji bo çaraseriya van pirsgirêkan em ê cureyên baş ên tovan, dermanên kêrhatî peyda bikin û alîkariya pêwîst der barê awayên û şêwazên çandiniyê ji cotkaran re pêşkêş bikin.”

Her wiha Ehmed destnîşan kir ku di demên pêş de komîteyek ji endezyarên çandiniyê ava bikin da ku xebatên dermanxaneyên çandiniyê bişopînin.

(şx)

ANHA