Geracan barê welatiyên Reqayê sivik kir

Vekirina 3 geracên veguhastina hundirîn û derve ji aliyê Şaredariya Gel a Reqayê ve, barê welatiyan di veguhastina navbera gundewaran, bajarokan û bajaran de sivik kir.

Geracan barê welatiyên Reqayê sivik kir
Geracan barê welatiyên Reqayê sivik kir
Geracan barê welatiyên Reqayê sivik kir
19 îlon, 2018   07:25

FECIR EL-XALID / REQA

Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê di 20`ê Cotmeha sala 2017`an de ji aliyê  QSD’ê ve, şaredarî û saziyên girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê bê navber xebatên xizmetguzariyê pêşkêş dikin.

Ji bo hêsankirina veguhastina welatiyan di nav bajêr de û di navbera gundewar, bajarok û bajarên din de, Şaredariya Gel a Reqayê ji bo sivikkirina barê welatiyan wekî gava destpêkê, dest bi sererastkirina geracan kir.

Li bajarê Reqayê 3 geracên veguhastinê hene; geraca bakur li rex navenda genim e û ji wir erebe diçin gundên bakurê Reqayê, geraca herêma rojhilat li rex deriyê Bexdayê dikeve û ji wir erebe diçin gundên rojhilat ên Reqa heta gundên Dêrazorê û geraca başûr li başûrê Çerxerêya Sae dikeve û ji wir erebe diçin gundên nêzik û Tebqayê.

Di nav geracan de 600 tirêmbêlên biçûk dixebitin. Her wiha ji bo veguhastina di nav bajêr de 12 tirêmbêl dixebitin. Her wiha nêzî 600 teksî di nava bajar de hene.

30 otobusên mezin (bolman) li geraca sereke ya ku dikeve başûrê Çerxerêya Sae ya di nav bajêr de hene. Otobus li gorî rêya veguhastinê dabeşî du beşan dibin. Yek rêwiyan vediguhêzin hemû bajarên Sûriyeyê. Yên din rêwiyan vediguhêzin bajarên Dêrazor, Hesekê û gundewarên rojhilatê Reqayê.

Têkildarî mijarê hevserokê Daîreya Veguhastina Hundirîn ê Şaredariya Gel a Reqayê Elî El-Ziêtir ji ajansa me re diyar kir ku Şaredariya Gel berpirsê hemû geracan e.

Her wiha ji bo kêmkirina barê welatiyan stasyona Sadkob nirxa lîtreya mazotê kêm kir û bi 55 lîreyên Sûriyeyê ji bo tirêmbêlên mezin û biçûk diyar kir.

(şx)

ANHA