Hikmet Hebîb: Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê nîşaneke metirsîdar e

Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîb got hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê der barê Idlibê de li ser erdê nîşaneke metirsîdar e da ku Idlibê li nexşeya Tirkiyeyê zêde bike. Hebîb diyar kir ku Tirkiye li hemberî projeya neteweya demokratîk li bakurê Sûriyeyê xemgîn e û got hêzên leşkerî amade ne parastina deverên rizgarkirî bikin.

Hikmet Hebîb: Hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê nîşaneke metirsîdar e
19 îlon, 2018   07:20

EHMED EL-KEMYAN – MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb der barê hevpeymana dawîn a di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ya girêdayî parêzgeha Idlibê de ji ajansa me ANHA'yê re axivî.

Serokên Tirkiye û Rûsyayê beriya du rojan li bajarê Soçî yê Rûsyayê lihevkirinek di navbera xwe de pêk anî û dê devereke bêçek li seranserî xeta eniyên pêşîn ên Idlibê di navbera komên çete û rêjîma Sûriyeyê de bi kûrahiya 15 heta 20 kîlometreyan ava bikin.

Piştî lihevkirinê, serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gefa êrîşan li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ne xwar. Lêkolîneran diyar kir ku ev gefxwarinên Tirkiyeyê nîşan didin ku Tirkiye dê komên terorîst ji Idlibê ber bi van herêman ve bişîne.

Hikmet Hebîb girêdayî mijarê wiha anî ziman: "Di van demên dawîn de mijara parêzgeha Idlibê di rojevê de ye. Civaka navneteweyî ji ber van girêdestên ku di Astana û herêmên kêmpevçûn de pêk hatine, matmayî diman. Me wek MSD'ê ev herêm wekî parvekirina serweriyan bi nav dikir."

Hebîb di axaftina xwe de got ku di encama girêdestên dawîn ên di navbera dewletên herêmî û navneteweyî de parêzgeha Idlibê bi welatiyên sivîl hate dagirtin û bi deh hezaran komên terorîst serweriya vê herêmê dikin û aşkera alîkariya xwe ji hikumeta AKP'ê werdigirin."

'Hin girêdest hê jî nehatine aşkerakirin'

Der barê hevpeymana dawîn di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Hebîb wiha got: "Tişta ku mirovan diêşîne ew e ku aliyên Sûriyeyê ji biryardayînê hatine dûrxistin. Rûsya li ser navê rêjîmê diaxive û dewleta Tirk jî li ser navê terorîstan diaxive û li gorî berjewendiyên xwe biryaran didin. Em dibînin ku girêdestên metirsîdar di navbera her du dewletan de hene û hê jî nehatine aşkerakirin. Devera bêçek, tirsa me ew e ku ev dever li nexşeya Tirkiyeyê hatibe zêdekirin. Di mijara Lîwa Iskenderûn û deverên ku niha dagir kirine de dîroka Tirkiyeyê zelal e."

Hebîb got ku ew wek welatiyên Sûriyeyê li hemberî van planên hikumeta AKP'ê ji bo van deveran metirsiyan dibînin û Tirkiye dê van komên terorîst wek opozîsyona nerm pênase bike, tam wekî ku li Cerablûsê pêk aniye ku terorîst xistin nava Mertalê Firatê û wiha domand: "Em wek MSD li hemberî van girêdestên nehatine aşkerakirin xemgîn in. Ji bo rawestandina rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê em baldar in."

Rewşa Sûriyeyê metirsîdar e

Der barê gefxwarinên Erdogan de Hikmet Hebîb wiha da diyarkirin: "Bi dewleta Tirk re fobiya projeya neteweya demokratîk heye û xwest kaxezan bi rêya van girêdestan tevlihev bike. Ev girêdestên qirêjî di navbera dewletan de li ser herêma Efrînê jî pêk hatin û niha li Idlibê pêk tên."

Hebîb da zanîn ku rewşa Sûriyeyê metirsîdar e û divê dewleta Sûriyeyê bi riya diyaloga Sûrî –Sûrî rê li pêşiya van planan bigire û ev mijar dê Sûriyeyê ber bi parçebûnê ve bibe û beşek ji Sûriyeyê dê ji aliyê Tirkiyeyê ve were xwarin.

Hebîb der barê van bûyeran de hikumeta Sûriyeyê berpirsyar dibîne û wiha anî ziman: "Bêyî ku nakokiyên di navbera me û hikumetê de di ber çavan re werin derbaskirin, hikumeta Sûriyeyê li hemberî van bûyeran berpirsyar e. Tişta me komî ser he dike yek welat û nasnameya Sûriyeyê ye. Em mijarê ji nêz ve dişopînin. Tirsa me ew e ku ev komên terorîst ber bi herêmên me ve bêne şandin."

Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk amade ne li hemberî hemû êrîşan li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin."

ANHA