'Heta kengî hûn ê di pêkanîna daxwazên gelan de lawaz bin?'

Welatiyên navçeya Til Berak di xwepêşandanekê de diyar kir ku Erdogan hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bi dagirkirina xwe di axa Sûriyeyê de binpê dike û ji rêxistinên mirovî yên navneteweyî re wiha got: "Heta kengî hûn ê di pêkanîna daxwazên gelan de lawaz bin?"

17 îlon, 2018   12:03

QAMIŞLO

Di çarçoveya piştgiriya berxwedana welatiyên Efrînê de ku di kampên koçberan de li kantona Şehbayê berxwedana xwe didomînin û li ser daxwaza Meclîsa Navçeya Til Berakê welatiyên navçeyê xwepêşandanek li dar xist. Welatiyan di xwepêşandana xwe de destdirêjî û kirinên Tirkiyeyê yên li Efrînê bi tundî şermezar kirin.

Xwepêşanderan dirûşmên wekî "Yek e, yek e, gelê Sûriyeyê yek e", "Hilweşe rêjîma Erdogan", "Bijî Rêber Ocalan" û "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" qîriyan û alên YPG, YPJ û QSD'ê bilind kirin.

Di xwepêşandanê de her wiha banga rizgarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û rizgarkirina herêma Efrînê ji destê dagirkerên Tirk û çeteyên girêdayî wê hate kirin. Xwepêşanderan banga cezakirina rayedarên Tirkiyeyê û çeteyên wê li hemberî destdirêjiyên wan der heqê welatiyên Efrînê de kir.

Erdogan qanûnên navneteweyî binpê dike

Xwepêşanderan diyar kir ku Erdogan bi destdirêjî û dagirkirina axa Sûriyeyê qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û peyameke zelal ji rêxistinên mirovî û civaka navneteweyî re şandin û tê de wiha got: "Heta kengî hûn ê di pêkanîna daxwazên gelên bindest de lawaz bin?"

Piştî ku xwepêşandan gihaşt Çerxerêya Şehîdan, li vir çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Meclîsa Kantona Qamişlo Mezlûm Yûsif axivî û wiha got: "Em bejna xwe li hemberî rihê şehîdên azadiyê û bi taybet şehîdên Berxwedana Serdemê li Efrînê ditewînin. Em ji navçeya Til Berak dengê xwe bilind dikin û dibêjin em ê li rex welatiyên Efrînê asta têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina Efrînê bilind bikin."

Yûsif di berdewama axaftina xwe de got ku ji erka her welatiyekî Sûriyeyê ye parastina hemû deverên Sûriyeyê bike û wiha domand: "Ji destpêka şoreşê ve heta niha hevgirtina pêkhateyên herêmê di bin sîwana neteweya demokratîk de xurttir dibe. Xwîna şehîdên van pêkhateyan ketiya nava hev û bi saya vê hevgirtinê gelek destkeftî hatine bidestxistin. Em welatiyên Efrînê silav dikin."

Xwepêşandan bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re bi dawî bû.

ANHA