Di Şerê Tunekirina Terorê de şervan bi pêş de diçin

QSD`ê tekez kir ku şervanên wan li gundê El-Baxoz bi pêş de diçin û 12 nuqteyên xwe li wê derê ava kirin, li derdora El-Sûse jî hêzên wan bi pêş de diçin û bi dehan sivîl rizgar kirin.

Di Şerê Tunekirina Terorê de şervan bi pêş de diçin
17 îlon, 2018   12:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn li gundewarên Dêrazorê di pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê "Şerê Tunekirina Terorê" de aşkera kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

"1- Li derdora El-Baxoz di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Derbeyên giran li çeteyan hatin xistin. Her wiha hêzên me bi awayekî berbiçav di hundirê gund de pêşde çûn û gelek nuqteyên bicihkirina çeteyan rizgar kirin.

Çeteyan jî bi zanebûn mayin di rêya hêzên me de danîn da ku pêketinên wan asteng bikin. Şervanên me derbeyên giran li xetên parastina çeteyan xistin û şer ber bi hundirê gund ve çû.

Şer ji duh êvarî ve heta saetên vê sibê berdewam kir. Hêzên me 12 nuqteyên xwe di hundirê El-Baxoz de ava kirin. Her wiha topavêjên Koalîsyona Navneteweyî baregehên bicihkirina çeteyan kirin hedef û rûxandin.

2- Li derdora El-Sûse ji saetên êvarê ve hêzên me dest bi tevgerê kir û ber bi gund ve çûn. Li wê derê şerê rû bi rû bi çeteyan re derket. Çeteyan rextên bombebarkirî bi kar anîn. Du çeteyan xwe teqand. Di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn û hindek jî birîndar bûn.

Her wiha hêzên me êrîşên çeteyan têk birin. Nêzî 2 kîlometre bi pêş de ketin. 11 nuqte ji çeteyan rizgar kirin û heta niha ew dever tê topbarankirin.

3- Di encama şerê 24 saetên li her du aliyan de 13 çete hatin kuştin. Hejmarek ji çeteyan birîndar bûn lê me bi hejmar bi temamî nas nekir. Tîmên endezyarên leşkerî 4 mayin û 2 rextên bombebarkirî bê bandor kirin. Her wiha balafirên Koalîsyona Navneteweyî tevgera çeteyan kir hedef. 2 şervanên me jî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

4- Ev du roj e ku hejmara koçberan jî zêde dibe. Hêzên me gelek sivîl ji herêmên şer rizgar kirin û li kampa Îwa ya li gundê El-Behre bi cih kirin û hemû pêwîstiyên jiyanî ji wan re peyda kirin."

(bx)