Li herêmên lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê binpêkirin didomin

Li herêmên lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê binpêkirin didomin. Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê gundewarên bakurê Hemayê û gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê kirin hedef.

Li herêmên lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê binpêkirin didomin
17 îlon, 2018   11:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li herêmên lihevkirina Rûsya- Tirkiyeyê (Hema, Idlib, Laziqiye û Heleb) ji şeva Duşemê û heta van kêliyan aramiyek heye. Her wiha hêzên rêjîma Sûriyeyê îro di saetên sibê de herêmên gundê El-Zekat ên gundewarên bakurê Hemayê, gundê El-Xewîn, Um El-Xelaxîl ê aliyê başûrê rojhilatê gundewarên parêzgeha Idlibê topbaran kirin bêyî ku tu agahî der barê ziyanên mirovî de werin wergirtin.

Her wiha navendê destnîşan kir ku li herêmên lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê binpêkirin didomin. Navendê diyar kir ku hêzên rêjîma Sûriyeyê li gundê Ume El-Xewîn, herêmên El-Zerzûr û Um El-Xelaxîl, aliyê başûrê rojhilatê gundewarên Idlibê topbaran kirin, her wiha gundê El-Cenabere yê aliyê bakurê gundewarên Hemayê ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hate topbarankirin.

Li gorî agahiyên berdest zirarên madî çêbûn, bêyî ku tu agahiyên der barê zirarên mirovî de werin wergirtin.

(bx)