Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin

Komîteya Şaredariyan a Minbicê bi armanca peydakirina pêwîstiyên xizmetguzarî ji şêniyan re li herêma Meqte El-Hecer a Mezin şaredariya gel vekir.

Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin
Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin
Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin
Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin
Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin
Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin
Li Meqte El-Hecer şaredariya gel hate vekirin
15 îlon, 2018   11:40

MINBIC

Merasîma vekirina Şaredariya Gel li bajarokê Meqte El-Hecer a Mezin a başûrê rojavayê bajarê Minbicê bi tevlêbûna hevserokên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, rêveberiya meclisên xetan, meclisên gund û bajaran, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi dehan şêniyên Meqte El-Hecer hate lidarxistin.

Di merasîmê de hevseroka Şaredariya Gel a Meqte El-Hecer Nesrîn El-Hecî axivî û xêrhatina beşdaran kir. Nesrîn di axaftina xwe de soz da ku dê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin û erka xwe li hemberî têkoşîna wan pêk bînin.

Her wiha hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo vekirina şaredariyê li hemû şêniyên Meqte El-Hecer ê Mezin pîroz kir. Mihemd Şêxo di axaftina xwe de destnîşan kir ku birêxistinkirina civakan ji birêxistinkirina şaredariyan tê, ji ber ku hemû xizmetguzariyan ji şêniyên re pêşkêş dike û got ew bi hêvî ye rêveberiya şaredariyê erka xwe li hemberî şêniyan pêk bîne û pêwîstiyan ji wan re peyda bike.

Her wiha li ser navê Komîteya Şaredariyan Samî El-Îbrahîm li ser girîngiya şaredariyan axivî û destnîşan kir ku şaredarî xizmeta şêniyan dike û hemû pêwîstiyan ji wan re peyda dike.

Li ser navê Meclisa Xeta El-Muteriq û ciwanên El-Muhteriq axaftin hatin kirin. Di axaftinan de vekirina şaredariyê hate pîrozkirin û spasiya endamên şaredariyê yên ku erka xwe pêk tînin, kirin. Paşê deriyê şaredariyê ji aliyê dayika şehîd Koçerîn ve hate vekirin. Merasîma vekirina bi xelekên govendê bi dawî bû.

62 gund û 76 gundik girêdayî Şaredariya Gel a Mete El-Hecer a Mezin in.

(bx)

ANHA