Zerîf hişyarî da Amerîka

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zefrî diyar kir ku Amerîka nikare rê li pêşiya Îranê bigire da ku petrola xwe derbixîne û hişyariya rewşek dijwartir da ku ji girtina tengava Hirmiz mezintir be.

Zerîf hişyarî da Amerîka
15 îlon, 2018   11:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zerîf ji kovareke Almanî Şpîgel re axivî û got ku Amerîka nikare rê li pêşiya derxistina petorla Îranê bigire û eger karibe vê yekê pêk bîne dê wan neçarî derxistina rewşeke nû bikin û dê ji girtina tengava Hirmiz dijwartir be.

Zerîf got ku ti niyeta Tehranê ya danûstandinê bi Waşintonê re di dema niha de tune ye û da zanîn ku ne pêkan e pê were fikrandin beriya ku rêveberiya Amerîka vedigere hevpeymana nuklerî.

Zerîf destnîşan kir ku divê Ewropa cezayên Amerîka li ser Tehranê pûç bikin û bang li Broksêlê ir ku şîrketên Ewropî yên ji ber cezayan ji Îranê vekişiyan e ceza bike.

Zerîf got ku welatê wî li gorî hevpeymana nuklerî tevdigere û da zanîn ku xebatên bilindkirin asta vejandina Uraniyom yek ji vebijêrên pêşniyar e.