Mamosteyên Hesekê berê xwe didin Erka Xweparastinê

Bi dehan mamosteyên kantona Hesekê tev li Erka Xweparastinê bûn. Mamosteyan diyar kir ku divê her kes erka xwe ya xweparastinê pêk bîne.  

Mamosteyên Hesekê berê xwe didin Erka Xweparastinê
Mamosteyên Hesekê berê xwe didin Erka Xweparastinê
Mamosteyên Hesekê berê xwe didin Erka Xweparastinê
Mamosteyên Hesekê berê xwe didin Erka Xweparastinê
Mamosteyên Hesekê berê xwe didin Erka Xweparastinê
Mamosteyên Hesekê berê xwe didin Erka Xweparastinê
15 îlon, 2018   11:24

HESEKÊ

Îro bi dehan mamosteyên kantona Hesekê li pêşiya Navenda Perwerdeyê ya bajarê Hesekê kom bûn û berê xwe da navendên Erka Xweparastinê da ku tev li dewreyan bibin.

Mamoste Ehmed Hemed ê ji navçeya Şedadê wiha got: "Dema ku em derbasî beşa perwerdeyê bûn saziya perwerdeyê em himbêz kirin, divê em jî bi erka xwe rabin û tev li Erka Xweparastinê bûn û welatê xwe biparêzin, ji ber ku welat dayik e û eger dayik di metirsiyê de be divê zarokên wê biparêzin."

Di heman demê de mamoste Deyaa El-Dîn Mihemed ji navçeya Dirbesiyê da zanîn ku divê her mamosteyek welatê xwe biparêze, ji ber ku mamoste nifşekî xwedî dikin û wiha got: "Ez ji mamosteyan re dibêjim ku Erka Xweparastinê li ser milê me hemûyan dikeve û divê em tev li Erka Xweparastinê bibin."

Her wiha berdevkê dibistanên kantona Hesekê Malik Elî wiha got: “Ev koma sêyemîn a mamosteyan e ku tev li Erka Xweparastinê bûne û mamoste bi xwesteka xwe tev li Erka Xweparastinê bûn û em wek Saziya Perwerde û Fêrkirinê serbilind in ku em welatê xwe diparêzin."

(jo)

ANHA