Gerîlayan li Çelê li artêşa dagirker xist, 3 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîla de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne.

Gerîlayan li Çelê li artêşa dagirker xist, 3 leşker hatin kuştin
15 îlon, 2018   11:07

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 13'ê Îlonê saet 11:30'î li newala Deştanê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

Navendê diyar kir ku hêzên gerîla derbên giran li çeperên artêşa Tirk xistine û di encamê de 3 leşker mirine, 3 jî birîndar bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku balafirên şer ên artêşa Tirk roja 14'ê Îlonê saet 9'an bombe li derdora çemê Basya yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê barandine.