Nûrî Mehmûd: Divê bûyera li Qamişlo li pêşiya çareseriyê nebe asteng

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku bûyera ku li Qamişlo pêk hatiye divê li pêşiya hewldana çareseriyê nebe asteng.

Nûrî Mehmûd: Divê bûyera li Qamişlo li pêşiya çareseriyê nebe asteng
15 îlon, 2018   11:05

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê bûyera dawîn de ku li Qamişlo di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên rejîma Sûriyeyê de çêbû, daxuyaniyek da.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hate weşandin wiha ye:

“Bûyera ku li Qamişlo pêk hatiye divê li pêşiya hewldana çareseriyê nebe asteng. Di 8’ê meha Îlonê de li bajarê Qamişlo di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş)û hêzên girêdayî rejîma Sûriyeyê aloziyek xemnak rû da ku di encamê de ji her du aliyan jî hejmarek kesan jiyana xwe ji dest da û her wiha bû sedem ku li bajarê Qamişlo rewşeke nearam û tevlihev derkeve holê.

Em wek Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji malbatên qurbaniyan re sersaxiyê dixwazin û ji ber bûyerê xemgîniya xwe diyar dikin. Dezgehên pêwendîdar der barê bûyerê de lêpirsîneke berfireh da destpêkirin û dema bi dawî bibe dê encamên wê bi raya giştî re werin parvekirin. Her wiha em bang li her du aliyan dikin ku di demeke lêgerîna çareseriyê tê kirin de berjewendiyên niştimanî li ber çavan bigirin û wisa tev bigerin.

Em careke din sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”

(kc)