KNK‘ê têkildarî bûyera li Îlamê banga lêpirsînek zelal kir

KNK'ê têkildarî qezaya otubûsa karkeran a li Îlamê ku di encamê de 12 karker mirin daxuyanî da û banga lêpirsîneke zelal kir.

KNK‘ê têkildarî bûyera li Îlamê banga lêpirsînek zelal kir
15 mijdar, 2026   23:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê karesata xemgîn a mirina karkeran li Îlam û Awdananê de peyameke ya sersaxiyê da.

Peyama KNK’ê wiha ye:

 “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), bi xem û xemgîniyeke kûr, nûçeya qelibîna otobûsa ku karkeran hilgirtibû, êvara şemiyê 15’ê Mijdara 2026’an a li nêzî bajarê Awdananê ya parêzgeha Îlamê û mirina 12 karkeran û birîndarbûna 16 kesên din pêşwazî dike.

Ev karesata xemgîn careke din rewşa xeternak û nebaş a ewlehî û binesaziya rê û rêgehan li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dixe ber çavan. Rewşeke ku ji ber kêmasiyên binesaziya veguhastinê, nebûna çavdêriya pêwîst û bêberpirsiyariya saziyên desthilatdar, jiyana hemwelatiyan, bi taybetî karker û beşên xizan ên civakê, dixe ber metirsiyê.

KNK bawer dike ku parastina jiyan û ewlehiya hemwelatiyan erkeke bingehîn a desthilatê ye û tu kêmasî di binesazî û pergala çavdêriya veguhastinê de nayê qebûlkirin ku bibe sedema windakirina jiyana mirovan. Ji ber vê yekê, divê lêkolîneke zelal û bêalî li ser sedemên vê karesatê bê kirin û berpirsên kêmasî, xeletî û paşguhkirinên ku bûne sedema vê bûyerê, werin pêşberî qanûn û dadperweriyê.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), sersaxî û hevxemîna xwe ji malbat û kesûkarên kesên jiyana xwe ji dest dane, gelê hêja yê Îlamê û bi taybetî gelê Awdananê re radigihîne û xwe di xem û êşa wan de hevpar dibîne. He rwiha ji bo hemû birîndaran başbûna lezgîn û vegera wan a cem malbat û kesûkarên wan dixwaze.”