4 gundên dorpêçkirî li benda vekirina noqteyeke tenduristiyê ne

Welatiyên 4 gundên dorpêçkirî yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ji ber tunebûna noqteyeke tenduristiyê, zehmetiyê dikişînin. Welatî daxwaz dikin ku noqteyeke tenduristî were vekirin.

4 gundên dorpêçkirî li benda vekirina noqteyeke tenduristiyê ne
15 îlon, 2018   07:51

ELÎ KEDRO / EFRÎN

Welatiyên gundên Ziyaret, Soxnakê, Xerbikê û Eqîbê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine dorpêçkirin, ji ber tunebûna noqteyeke tenduristiyê li herêmê, bi gazin in. Noqteya herî nêzî wan 40 km dûr e. Dema ku rewşên awarte hebin, welatî neçar dibin ku dirêjiya rê qut bikin heta ku bigihîjin navçeya Fafîn a herêma Şehbayê, ev jî dibe sedem ku jiyana nexweşan bikeve metirsiyê.

Der barê mijarê de, welatiya ji gundê Eqîbe ji navçeya Şêrawa Fîdan Mihemed axivî û wiha got:"Em di her alî de dorpêçkirîne, noqteyên tenduristiyê tune ne, dema ku rewşên awarte derdikevin em neçar dibin ku 40 km qut bikin ku bighêjin herêma Şehba, em daxwaz dikin ku noqteyên tenduristiyê li nêzî me bêne vekirin."

Welatiyê bi navê Ehmed Mihemed wiha got: “Em li navçeya Şêrawa neçar dibin ku 2 seatan li rê qut bikin ku bigihîjin noqteya tenduristiyê li navçeya Fafîn, em gelekî zehmetiyê dikişînin ji ber erebe jî tune ne, em herin nexweşxaneyê û ji ber dorpêçkirina herêmê mazot jî buha ye û çûn û hatin jî buha ye. Ji bo wê em bang dikin ku alîkariya me bê kirin û noqteyên tenduristiyê bêne vekirin."

Her wiha welatiyê bi navê Receb Mistefa wiha got: “Li gorî derfetan meclis û komînên gundên navçeya Şêrawa bi erka xwe radibin, lê di aliyê tenduristiyê de tu derfetên me tune ne, Heyva Sor a Kurd bi hemû derfetan erka xwe pêk tîne, li vê herêmê noqteyên tenduristiyê ji bo dermankirina welatiyan tune ne, pêwîstiya me bi noqteyên tenduristiyê heye."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Heyva Sor a Kurd di 17'ê Îlonê de noqteyeke tenduristiyê ji gundên Birc El-Qas, Gundê Mezin, Meyasê, Kelûtîn, Zirnaêtê û Xirbit El-Şemis ku ew jî hatine dorpêçkirine, vekir.  Ji ber hedefgirtina welatiyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, her 4 gundên navborî nikarin rêya sereke derbas bikin û biçin noqteyên tenduristiyê yên gundên din.

(jo)

ANHA