Dewleta Tirk nahêle efrînî biçin nava zeviyên xwe

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dizîn, revandin, talankirina malên welatiyan têr nebûn, her wiha nahêlin efrînî nêzî zeviyên xwe jî bibin.

Dewleta Tirk nahêle efrînî biçin nava zeviyên xwe
Dewleta Tirk nahêle efrînî biçin nava zeviyên xwe
Dewleta Tirk nahêle efrînî biçin nava zeviyên xwe
Dewleta Tirk nahêle efrînî biçin nava zeviyên xwe
Dewleta Tirk nahêle efrînî biçin nava zeviyên xwe
Dewleta Tirk nahêle efrînî biçin nava zeviyên xwe
15 îlon, 2018   08:07

ELÎ KEDRO - CEFER CEFO / EFRÎN

Çandinî çavkaniya sereke ji bo peydakirina pêdiviyên jiyanê ji bo welatiyên Efrînê ye, lê piştî ku dewleta dagirker û çeteyên wê bajar dagir kir, bi hezaran welatî neçar man ku ji Efrînê derkevin û berê xwe bidin herêmên Şehbayê û welatiyên ku li kantonê mane nikarin biçin erdên xwe yên çandiniyê, ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku nahêlin welatî ji rizqê xwe sûdê wergirin.

Yek ji welatiyên gundê Birc El-Qas a girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê Ismet Elî ji ANHA'ê re axivî û wiha got: "Piştî ku artêşa Tirk kantona Efrînê dagir kir û şêniyên wê koçî herêmên Şehbayê bûn, li Şêrawa 4 gund nehatin dagirkirin, lê ew gund ji her çar aliyan ve hatine dorpêçkirin.”

Ismet da zanîn ku çavkaniya sereke ji bo peydkirina debara jiyanê çandinî ye, lê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin welatî biçin nava zeviyên xwe, dema ku welatî nêzî zeviyên xwe dibin, artêşa dagirker guleyan diavêjin welatiyan.

Ismet ji rêxistinên mafên mirovan xwest kiryarên Tirkiyeyê û çeteyên wê li Efrînê bi dawî bikin û ji bajarê wan derkevin da ku vegerin Efrînê.

Li aliyekî din welatiyê bi navê Henîf Seydo axivî û wiha got: "Tê zanîn ku welatiyên Efrînê li ser çandiniyê û çandina zeytûnan xwe xwedî dikin, lê piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrîşî Efrînê kir û  Efrîn dagir kir û welatiyê wê dane koçberkirin û ew ji zevî û milkên xwe mehrûm bûn û şewitandin. Niha jî tu çavkaniya peydakirina pêdiviyên jiyanê ji me re tune ne."

Di heman demê de welatiyê ji navçeya Şêrawa Yûsif Kosa wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker bi hezaran hektar ji erdên çandiniyê dagir kir û şewitandin, erdên zeytûnan, henar û erdên ku şênkayî dihat çandin dagir kirin, ji bilî wan erdan tiştekî me tune ye. Bi hatina demsala zeytûnan re ku çavkaniya welatiyên Efrînê ye, îsal welatî nikarin berhemên zeytûnan kom bikin û ew berhem ketin destê terorîstan."

(jo)

ANHA