Human Rights Watch fermana fermandarê QSD'ê ya qedexekirina leşkerkirina zarokan silav kir

Rêxistina mafên mirovan a navnetewî Human Rights Watch fermana fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî di 7'ê Îlûnê de ku leşkerkirina zarokên temenên wan kêmtirî 18 salî ne qedexe dike, silav kir û got ku ev gaveke girîng ber bi parastina zarokan di Sûriyeyê de ye.

Human Rights Watch fermana fermandarê QSD'ê ya qedexekirina leşkerkirina zarokan silav kir
15 îlon, 2018   07:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina mafên mirovan a navnetewî Human Rights Watch di raporeke xwe de ku li ser malpera wê hatiye weşandin got ku gava fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî gaveke girîng e ji bo bikaranîna zarokan di şer de bi dawî bibe û behsa biryara wê ya qedexekirina leşkerkirina kesên temenên wan kêmtirî 18 salî kir.

Di raporê de hate gotin ku di vê fermana leşkerî de bang li hemû fermandarên QSD'ê tê kirin ku hemû endamên xwe yên temenên wan kêmtirî 18 salî ne radestî aliyên perwerdehiyê li Bakurrojhilatê Sûriyeyê bikin û mûçeyên wan rawestînin.

Di dawiya raporê de hate gotin ku eger ev fermana leşkerî ya QSD'ê pêk were dê bibe gaveke girîng ber bi parastina zarokan di Sûriyeyê de.

ANHA