Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin

Malbatên xwendekarên bajarê Minbicê berê xwe didin buroyan û amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin.

Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin
Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin
Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin
Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin
Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin
Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin
Li Minbicê malbat amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin
9 îlon, 2018   08:55

MINBIC

Malbatên xwendekarên bajarê Minbicê bi hatina sala xwendinê ya nû re berê xwe didin buroyan û pêwîstiyên xwendinê ji zarokên xwe yên xwendekar re dikirin.

Malbat tevî zarokên xwe yên xwendekar bi awayekî zêde berê xwe didin buroyan û amadekariyên sala xwendinê ya nû dikin. Li gorî xwediyên buroyan amadekariyên sala xwendinê mîna hemû salên xwendinê yên berê tê kirin.

Çavên hemû xwendekaran li vebûna dibistanan e ku wekî ku tê payîn dê di 16`ê Îlonê de deriyên xwe vekin.

Komîteya Perwerdeyê ya Minbicê diyar kir ku wan hemû pêwîstiyên sala xwendinê ya nû amade kirine û tekez kir ku wan 317 dibistan ji bo pêşwazîkirina xwendekaran û 4 hezar mamoste ji bo fêrkirina xwendekaran amade kirine.

(bx)

ANHA