Koçberiya welatiyên Idlibê berdewam dike

Li deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li parêzgeha Idlibê piştî binpêkirinên ji ber topbaran û êrîşên ezmanî bêdengiyeke baldar heye. Li aliyekî din koçberiya welatiyên Idlibê berdewam dike.

Koçberiya welatiyên Idlibê berdewam dike
9 îlon, 2018   08:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li seranserî parêzgehên Heleb, Hema, Laziqiyê û Idlibê ku di nava deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê de ne, di roja 26'emîn de bêdengiyeke baldar heye.

Navendê diyar kir ku di 2 rojên borî de çalakiyên topbaran û êrîşên ezmanî pêk hatin û agirbest hate binpêkirin. Di encama bombebarana balafir û helîkopterên hêzên rêjîmê li derdora bajarokê El-Hibêt, keleha El-Medîq, El-Tiwêna, El-Serc, El-Helbê û derdora bajarokê Abidîn ên gundewarên Hema û Idlibê de 22 welatiyên sivîl bûn qurbanî.

Balafirên şer 107 êrîş li gundewarên Idlibê û Hemayê pêk anîn. Helîkopterên rêjîmê 55 bermîlên teqemenî bi ser van gundewaran de berdan. Her wiha topbaran bi sedan fûzeyan pêk hat.

Navendê ragihand ku di van 2 rojên dawîn de bêtirî 5 hezar kes ji parêzgeha Idlibê ber bi herêma Efrînê ve koçber bûne, nemaze piştî ku agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê hate binpêkirin. Piraniya koçberan ji bajarê Cisir Şixor û derdora wê bûn.

Li başûrê welat şer didome

Li başûrê Sûriyeyê jî şer û pevçûnên dijwar di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên rêjîmê de li devera Tilol El-Sefa ya parêzgeha Siwêda rû dan. Li rex van pevçûnan metirsiya li ser jiyana rehîneyên ku çeteyên DAIŞ'ê ev 47 roj e revandine, zêde dibe.