Li Besrayê qedexeya derketina derve rabû

Şevê din bajarê Besra yê Iraqê piştî 5 rojên dijwar bê deng bû. Rayedarên Iraqê qedexeya derketina derve bi dawî kir. Rewşa siyasî ji ber nakokî û parçebûnan li ser bingeha helwestên li hemberî xwepêşandanan dijwartir dibe.

Li Besrayê qedexeya derketina derve rabû
9 îlon, 2018   09:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya çalakiyên hevbeş li Iraqê qedexeya derketinê li bajarê Besrayê bi dawî kir. Şevê din bajarê Besrayê piştî 5 rojên dijwar bê deng bû.

Heyder El-Ebadî li hemberî van xwepêşandanan xwe bi tenê dît, piştî ku hevkarên wî yên siyasî di hevbendiya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda El-Sedr de dest ji wî berdan. Êdî wergirtina wî ya wîlayeteke nû dijwartir bûye.

Berdevkê hevbendiya Saîrûn parlementer Hesen El-Aqûlî di parlemanê de wiha got: "Em ji serokwezîr û kabîneya wî ya wezaretê dixwazin daxwaza îstîfaya xwe pêşkêş bikin û ji gelê Iraqê lêborînê bixwazin."

Mijar ne tenê girêdayî El-Sedr e, lê belê Ebadî hevkarê xwe yê hevbendiya El-Fetih jî ya bi serokatiya Hadî El-Amirî ku ji Îranê re nêzîk e, winda kir.

Berdevkê El-Fetih parlementer Ehmed El-Esedî ragihand ku kêmasî û têkçûn di aloziya Besrayê de zelal bû û wî jî banga îstîfaya serokwezîr û wezîran kir.

El-Esedî destnîşan kir ku di van saetên pêş de dê bi hevbendiya Saîrûn re xebatên xwe ji bo avakirina hikumetê zêde bikin.

Ji destpêka meha Tîrmehê ve li bajarê Besrayê û hin bajarên din ên Iraqê xwepêşandan tên lidarxistin û di encamê de pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de derketin û bû sedema mirina 12 xwepêşanderan.

ANHA