ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.09.2018
9 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

- Li goristana Şehîd Dijla ya kantona Kobanê cenazeyê şehîdekî YPG‘ê tê oxirkirin. Di heman demê de nasnameya Gerîlayekî HPG‘ê tê ragihandin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-"Efrîn parçe kirine, her girûpek parçeyekî bi rêve dibe, dema tu ji deverekî derbasî deverek din dibe mîna ku li gelek welatan digere. Şêniyên Efrînê yên mayî wekî xelkên biyanî têne hesibandin, her tişt hatiye guhertin, xelik êdî ne xelkên berê ne, azarên şêniyên di nava peyvên zulm, êşkencekirin, revandina, dayîna fidiyê û bace û destdirêjî tê parvekirin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Bi armanca avakirina kadroiyên pispor di warê tenduristiyê de, yekemîn Akademiya Tenduristiyê ya Rojava li bajarê Qamişlo di 7‘ê Îlonê de hate vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Bi temamî salek di ser pêngava Bagera Cizîrê re derbas bû. Di nava salekê de şervanên QSD‘ê serkeftinên mezin li pey xwe hiştin, bi sed hezaran sivîl, bi dehan gund û bajarok ji çeteyên DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê jiyaneke nû hate afirandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê Sîham Qeryo diyar kir ku erka rêveberiya koorîndeyekê di navbera 7 rêveberiyên kantonên Cizîrê, Firat, Efrîn û rêveberiyên sivîl ên Minbic, Teqa, Reqa û Dêrazorê ava bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Di mijara Idlibê de daxwazên Erdogan di lûtkeya sêalî de ya di navbera Enqere, Moskov û Tehranê de ji bo ku rûreş nebe, têk çûn, li Besrayayê xwepêşandan gûr dibin û li pêşberî avakirina biloka herî mezin dibe asteng. (BI WÊNE)

JIN

- Bi armanca pêşxistina aboriya civakê ya Bakurê Sûriyeyê gelek koopertîf hatin avakirin. Ev koopertîf heta radeyekê dikarî rê li ber keysbaziya bazirganan bigire. Heta niha 142 kooperetîf hatina avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê navendeke komîteyê li bajaroka Bisêra vedike.Saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Gundê Nisran ji kevntirîn gundên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî herêma Cizîrê ye. Hêzên rêjîmê du çaran li hemeberî wê polîtîkeyên erebkirinê dane meşandin, lê gund hebûna xwe parastin û nasnemeya xwe winda nekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Xwediyê mêşên hingiv Nezîr Şêx Ebdî diyar kir ku dermanên ji bo pembo tên reşandin mêşan dikujin, divê dermanên bêzirar bên bikaranîn. Beşa Ekolojiyê ya herêma Cizîrê jî diyar kir ku hemû derman ji bo mêşan zirar in, çareserî ew e ku dema derman hatin bikaranîn, herî kêm 24 saetan mêş neyên berdan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a El-Hemrat a girêdayê herêma Kerama ya gundewarê rojhilatê Reqayê bi hemû komîteyên xwe xizmetguzariyê pêşkêş dike, her wiha ji bo demên pêş pilansazî danî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şaredariya Gel a bajarê Reqayê ji bo avakirina bajêr, ruxsetên avahiyan bê bacê dide şêniyan. Heta niha nêzî 34 ruxsetên avakirinê daye û 7 di nirxandinê de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li dirêjahiy riya otorstrada giştî ya Heleb-Qamişlo dikanên bi şêwazên kevnar hatine vekirin, ev dikan heya saetên derng jî vekirî ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA