Daxwazên Erdogan ên ji Rûsya û Îranê pûç bûn , li Besrayê xwepêşandan gûr dibin

Di mijara Idlibê de daxwazên Erdogan di lûtkeya sêalî de ya di navbera Enqere, Moskov û Tehranê de ji bo ku rûreş nebe, têk çûn, li Besrayayê xwepêşandan gûr dibin û li pêşberî avakirina biloka herî mezin dibe asteng.

Daxwazên Erdogan ên ji Rûsya û Îranê pûç bûn , li Besrayê xwepêşandan gûr dibin
9 îlon, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa gelek mijarên girîng ên herêmê kirin. Rojnameyan bal kişand ser rewşa dawîn a Idlibê û hişyariyên Trump ên encamên êrîşa li dijî Idlibê, rûdanên li rojhilatê çemê Firatê. Her wiha behsa xwepêşandanên bajarê El-Besra yê Iraqê û xebatên avakirina hikumeta Lubnanê kirin.

Trump rêjîma Sûriyeyê ji kambaxiyekê hişyar dike û Kirêmlîn red dike

Rojnameyan girêdayî rewş û aloziya Sûriyeyê behsa geşedanên dawîn li Idlibê kirin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Trump, Beşar El-Esed bi 'hêrskar' binav dike û Kirêmlîn banga wî ya beralîkirina karîsetekê li Idlibê red dike". Rojnameyê diyar kir ku Amerîka li hemberî gumana derketina komkujiyeke mirovahî li bajarê Idlibê di van rojên pêş de hişyarî da. Kirêmlîn jî banga serokê Amerîkayê Donald Trump ya beralîkirina çalakiya leşkerî li Idlibê red kir ku dibe karesateke mirovahî bi xwe re bîne.

Rûsiya û Îran hewl didin beriya lûtkeyê dest pê şerê Idlibê bikin

Der barê rewş û aloziya Sûriyeyê de rojnameyan bal kişand ser mijara Idlibê. Rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Moskov û Tehran şerê Idlibê bi lez dikin". Rojnameyê diyar kir ku êdî hevkariya di navbera Moskov û Tehranê de zelal bûye da ku şerê li dijî parêzgeha Idlibê bi lez bikin, beriya ku lûtkeya dewletên misogerkar ên "Astana" ku dê li Tehranê were lidarxistin. Enqere jî hewl dide rê li pêşiya şer bigire û hewl dide Cebhet El-Nusra beriya lûtkeyê bihelîne da ku Erdogan vê serkeftina xwe pêşkêşî maseya lûtkeyê bike.

Topbarana Rûsyayê li Idlibê peyameke ji Erdogan re bû

Rojnameya El-Ereb der barê heman mijarê de manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Topbarana li dijî Idlibê di encama nakokiyeke Tirkiye û Rûsyayê de bû". Rojnameyê diyar kir ku aliyên siyasî yên Tirkiyeyê dibînin ku êrîşa balafirên Rûsya li dijî hin baregehên li parêzgeha Idlibê piştrast dike ku hewldanên Tirkiyeyê ya birazîkirina Rûsyayê têk çûne da ku Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) bihelîne. Ev çalakiya topbaranê tenê peyameke zextê li hemberî Enqereyê ye da ku piştgiriya xwe bi êrîşê re ragihîne. Her wiha gaveke zîrek a Rûsyayê ye da ku zextê li Erdogan bike ji bo ku dest ji helwesta xwe ya ku dibêje serweriya dosyaya Idlibê dike berde.

Daxwazên Erdogan ên ji Rûsya û Îranê pûç bûn

Girêdayî heman mijarê rojnameya El-Ereb jî diyar kir ku daxwazên serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji lûtkeya sêalî ya di navbera Enqere, Mosko û Tehranê de ji bo rûreş nemîne û çareseriyekê ji xwe re peyda bike têk çûn. Çi der barê çarenûsa Idlibê de û çi jî der barê herêmên din ên Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya Enqereyê de ne, di bin hinceta sînordarkirina çalakiyên kurdan û parastina sînor de.

Rojnameyan li ser navê çavdêran diyar kir ku Erdogan wek tawanbarekî hatiye dîtin ku çareseriya li Idlibê asteng dike û bi hezaran leşkerên biyanî diparêze.

Çavdêr diyar dikin ku di lûtkeya Tehranê de herî zêde Erdogan têk çûye ku her tim hewl dida Tirkiyeyê wek aliyê herî zêde bibandor di dosyaya Sûriyeyê de ye. Lê Pûtîn rê li pêşiya wî girt da ku wêneyê xwe di lûtkeyê de spî bike. Çavdêran da zanîn ku ev têkçûna Erdogan dê wî neçar bike ku bi mercên Amerîkayê razî bibe. Pûtîn jî nîşan da ku ew xwediyê gotina dawîn di dosyaya Sûriyeyê de ye.

Hemleya rizgarkirina berîka dawî ya DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê nêzîk bûye

Girêdayî xebatên tunekirina çeteyên DAIŞ'ê li rojhilatê çemê Firatê rojnameya El-Heyat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Koalîsyon ji sivîlan dixwaze ku ji deverên DAIŞ'ê derbikevin". Rojnameyê diyar kir ku balefirên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ'ê belavok bi ser berîka dawî ya di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de ye li rojhilatê Firatê weşandin û têde ji welatiyan dixwaze ku ji van deveran derbikevin. Ev yek nîşan dide ku hemleya leşkerî ya Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bi hevkariya Koalîsyonê ji bo tunekirina DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê nêzîk bûye.

Sozên siyasetmedarên Iraqê bê wate ne û xwepêşandan berdewam dikin

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameyên erebî behsa vegera xwepêşandanên li dijî hikumeta Iraqê kir. rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Xwepêşandanên El-Besra derbasî bîrên petrolê dibin". Rojnameyê diyar kir ku sozên çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzariyê ji aliyê siyasetmedarên Iraqê ve bê wate derketine.

Xwepêşandanên El-Besra gefan li xebatên avakirina hikûmetê dixwe

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "aloziya li El-Besra girêka avakirina hikûmetê dijwartir dike".

Xwepêşandanên li Besrayê pêşbirka bikaranîna tevliheviyê di navbera Ebadî û Îranê de ye

Der barê xwepêşandanên li parêzgeha Besrayê de rojnameya El-Ereb diyar kir ku serokwezîrê Iraqê ku wîlayeta wî bi dawî bûye Heyder Ebadî derbasî pêşbirkeke dijwar bi Îranê re bûye û hewl dide pêla xwepêşandanên Besrayê di berjewendiyên xwe yên siyasî de bi kar bîne. Ebadî baş dizane ku her çi qas xwepêşandan gur bibin, ew qas dikeve berjewendiya wî ya siyasî.

Girêdayî mijarek din a Iraqê rojnameyan xebatên avakirina biloka mezintirîn ji bo avakirina hikumetê şopandin. Rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Rûniştina parlemana Iraqê şerê avakirina biloka mezintirîn dest pê dike

Hewldanên El-Herîrî yên avakirina hikumetê rastî astengiya daxwazên Ewn û Basîl tên

Girêdayî xebatên avakirina hikumeta Lubnanê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "El-Herîrî xwe disperse bendeweriyê li hemberî daxwazên Ewn û Basîl ên ne pêkan."

Erdogan navbênkariyê ji Kiwêtê dixwaze da ku Trump birazîkirin bide

Girêdayî rewşa Tirkiyeyê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Erdogan navbênkariyê ji Şêx Sibah El-Ehmed ji bo Trump dixwaze."

Trump serkêşiya civîneke Konseya Ewlehiyê der barê Îranê de dike

Girêdayî mijarên Îranê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Trump serkêşiya civîneke Konseya Ewlehiyê der barê Îranê de dike."