Komên çete li Efrînê bi hev ketin, kuştî hene

Hate ragihandin ku çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Ehrar El-Şam li gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ya girêdayî Efrînê bi hev ketin, di şer de 3 çete hatin kuştin. Tê gotin ku çeteyên Ehrar El-Şam ji gund direvin.

Komên çete li Efrînê bi hev ketin, kuştî hene
8 îlon, 2018   19:03

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji Efrînê dane, çeteyên Ehrar El-Şerqiya û Ehrar El-Şam li gundê Dîkê yê navçeya Bilbilê ya girêdayî Efrînê bi hev ketin, li gorî agahiyên destpêkê di şer de 3 çete hatin kuştin.

Çavkaniyan destanîşan kirin ku hejmarek çeteyên Ehrar El-Şam piştî ku 3 wesayîtên şêniyên gund revandin, malbatên xwe girtin û reviyan.

Ji taxa Efrînê Kevin a bajar aghaî hatin ku çeteyan hemleya girtina li ser malên dane destpêkirin û hemû alavên peywendiyan desteser kirin, da ku kiryarên wan nede aşkerekirin, di heman demê de nehêlin ku şênî bi derve re peywendiyan çêbikin.

ANHA