ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.09.2018
6 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Komîteya Yekitiyan a Minbicê bi endizyarên çandiyên ya herêma Minbicê re dicivin. Saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê bi armacna şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li goristana Şehîd Xebat a herêma Dêrikê merasîmê oxirkirina du şehîdan û îlankirina nasnameya şehîdekî din tê organîzekirin. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyên Girkê Legê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Kurdistanê şermezar kirin û gotin, dewleta Tirk bi êrîşên xwe nasnameya kurdî armanc digire. Mamosteyan bang li gelê Kurd kirin ku li hemberî êrîşên Tirkiyê yekitiya xwe ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Cîgirê Fermandariya Giştî ya Ceyş El-Siwar Ehmed Sultan (Ebû Erac) bal kişand ku giraniya civîna sê alî (Îran, Rûsya û Tirkiyê) ku dê li Tehranê pêk were li ser lihevanîna girûpên çekdar ên li Idlibê û rêjîma Sûriyeyê be û got, pêwîste sivîlên ji şer û êrîşên muhtemel bên dûrxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Navenda Aborî ya Jin a navçeya Tirbespiyê li gundê Hilwa firneyeke taybet ji bo jinan vedike. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberiya Meclisa Jin a Qamişlo bi koordîneya meclisên jin ên navçeyên girêdayî wê, taybet bo mamosteyên dayîk dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî yên vekirî, organîze dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên hiqûqnas ên Efrînê destnîşan kirin ku dewleta tirk ola islamê îdîa dike û di heman demê de fihûş û bazirganiya jinê di nav gelê xwe de serbest dike. Hiqûqnasan tekez kirin ku bêdengiya aliyên têkildar li hember vê diyardeyê azar, kuştin û destavêtinê zêde dikin.

- Jinên Êzidî destnîşan kirin ku armanca artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê qirkirina gelê Êzidî ye û bang li rêxistinên mirovî kirin ku erka girtine li ser milê xwe pêk bînin û sînorekî ji binpêkirin hêzên dagirker re deynin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a bajarê Hesekê, hewl dide bi hemû derfetên xwe afrînerên zarokan ên hunerî derbixe û pêşbixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiyên 4‘emîn Mîhrecana Zarokan a Herêma Cizîrê di roja xwe ya 6‘emîn de li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran didome. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Hejmarek jinên ciwan ên navçeya Til Rifetê tecrîdkirina Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin û gotin, ew fikrên Ocalan ji xwe re kirine bingeha kar û xebatê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên kantona Efrînê yên ji neçarî xwe li kantona Şehbayê girtine jiyana xwe ya rojana bi rêve dibin û bi derfet û hêza xwe ya xweser xwe birêxistin dikin, her wiha ji bo pêşxistina afrînerên zarokên xwe demek veqetandine. Kampa Serdem aliyek ji vê rêxistinbûyînê destnîşan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Penaberên Iraqê yên pala xwe dane kampa Holê ya rojhilatê kantona Hesekê daxwaz ji hikûmeta xwe Iraqê dikin ku li welatiyên xwe xwedî derkevin û vegera wan a li warê xwe hêsan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ehmed El-Katii ji şêniyên navçeya Eyn Îsa ye bi alavên hêsan û bi mesrefeke kêm kargehek biçûk a madeyên paqijiyê vekir. Madeyên kargehê di bin çavdêriya tenduristiyê re derbas dibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li herêma Dêrikê ya kantona Qamişlo avakirina avahîsaziyan zêde bûye, lê şênî ji ber bilindbûna buhayê avahiyan gazincên xwe tînin ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber zêdebûna mesrefa çandiniya garis û nexweşiyên ku di nav de belavbûne, rêjeya berhemê garis li gundewarên rojhilat a navçeya Eyn Îsayê bi rêjeya ji sedî 50'î kêm bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Nêzî 3 hezar koçberên li kampa Eyn Îsayê ji bo çinîna pembo amade ne, rêveberiya kampê ji bo mîsogerkirina mafên koçbran tedbîr girtine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA