Dewreyên bîrdozî yên vekirî ji bo mamosteyên dayik

Rêveberiya Meclisa Jinan a Qamişlo bi koordîneya Meclisa Jinan a navçeyên girêdayî wê, bi taybet ji bo mamosteyên dayik dewreyên bîrdozî yên vekirî vekirin.

Dewreyên bîrdozî yên vekirî ji bo mamosteyên dayik
Dewreyên bîrdozî yên vekirî ji bo mamosteyên dayik
Dewreyên bîrdozî yên vekirî ji bo mamosteyên dayik
Dewreyên bîrdozî yên vekirî ji bo mamosteyên dayik
Dewreyên bîrdozî yên vekirî ji bo mamosteyên dayik
6 îlon, 2018   06:21

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Erk û peywira mamosteyên dayik di mal û civakê de, rê li ber tevlêbûna wan a dewreyên bîrdozî yên girtî digire. Ji ber wê, Meclisa Jinan a Qamişloyê bi taybet ji bo mamosteyên dayik dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî yên vekirî vekirin.

151 mamosteyên dayik bi çavdêriya Komîteya Dibistanan tev li dewreya ku li Navenda Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Til Hemîsê bûn. Di dewreyê de semîner li ser hevjiyana azad, jin û rêveberî, neteweya demokratîk û civaka xwezayî hatin dayîn.

Kadroyek ji rêveberên Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê û endamên rêveber ên Meclisa Jinan a Kantona Qamişlo li ser dewreyê sekinîn.

Têkildarî mijarê mamosteya bi navê Mune El-Şêx Elî ya ji gundê Resim Dirû, diyar kir ku dewre ji bo mamosteyan gelekî baş û bi sûd bû.

Ji aliyê xwe ve mamosteya bi navê Ehlam Uwêd a ji gundê Eşwan, pesna keda Meclisa Jinan a Komîteya Rêveberiya Dibistanan ji bo pêşxistina jinan di hemû waran de da.

Endama rêveber a Meclisa Jinan a Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê û çavdêra dewreya bîrdozî Kîfa Salih wiha got: "Dûrxistina jinan ji mal û malbatê barê wê girantir dike."

Di dawiyê de Kîfa tekez kir ku mamoste û bi taybet herêmên ku nû hatine rizgarkirin, bi awayekî baş tev li dewreyan dibin.

(şx/ew)

ANHA