Jinên ciwan: Azadiya Ocalan doza me ya bingehîn e

Hejmarek jinên ciwan ên navçeya Til Rifetê tecrîdkirina Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kirin û gotin, fikirê Ocalan bingeha kar û xebata wan in

Jinên ciwan: Azadiya Ocalan doza me ya bingehîn e
6 îlon, 2018   04:20

SOLÎN REŞÎD/ŞEHBA

Dewleta Tirk tecrîdek giran li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz dike. Her wiha hevdîtinên malbat û parêzeran jî red dike. Têkildarî vê mijarê hejmarek jinên ciwan ên navçeya Til Rifetê bi rêya ajansa me nerazîbûnên xwe anîn ziman.

Jina ciwan bi navê Newal Damircî wiha got: "Azadiya Ocalan doza me ya bingehîn e. Berdêl çi dibe bila bibe em dest ji vê dozê bernadin. Ji ber ku em bi fikir û felsefeya wî girêdayîne."

Ji aliyê xwe ve jina ciwan bi navê Ronahî Mihemed destnîşan kir ku Rêber Ocalan azadiya jinê û ciwanan kiriye armanca xwe ya sereke, ji ber wê ew ê li ser rêya wî bimeşin.

Têkildarî heman mijarê jina ciwan bi navê Elmaza Xelîl destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê xwest bala gelê Sûriyeyê li ser daxwazên azadiya Ocalan bigire wiha pê de çû: "Em ji armanca azadiya Ocalan paşde naçin û em ê dagirkera Tirk ji xaka Sûriyeyê biqewrînin."

jina ciwan a bi navê Nûra Elî wiha got: "Em ê çalakiyên xwe ta azadiya Ocalan bidomînin. Divê hemû dewletên ku demokrasiyê îdîa dikin ji bo tecrîdê rakin bilebtin. Ji ber ku tecrîd li dijî qanûn û exlaqên navdewletiye."

(şx)

ANHA