4.Mihrîcana Zarokan a Cizîrê berdewam e

Çalakiyên Mihrîcana Zarokan a 4'emîn di roja 5'emîn de didomin. Gelek komên zarokan li ser dika Aram Têgran hunerên xwe pêşkeş kirin.

4.Mihrîcana Zarokan a Cizîrê berdewam e
4.Mihrîcana Zarokan a Cizîrê berdewam e
4.Mihrîcana Zarokan a Cizîrê berdewam e
4.Mihrîcana Zarokan a Cizîrê berdewam e
4.Mihrîcana Zarokan a Cizîrê berdewam e
5 îlon, 2018   18:15

QAMIŞLO

Mîhrecan bi dirûşma "Em xeyalên zarokên Efrînê bi cih bînin" tê lidarxistin.

Bi beşdarbûna sedan şêniyên kantona Cizîrê, çalakiyên Mihrîcana Zarokan a 4'emîn di roja 5emîn de didomin.

Gelek komên zarokan ên Rimêlan, Til Hemîs û navçeya Til Koçer stranên xwe pêşkeş kirin.

Piştre Koma Diljîn Nêrgiz a govendê û Koma şehîd Serhed a stranan yên Navenda Aram Tîgran berhemên xwe pêşke kirin.

Her wiha koma El-Werd(Gul) stranên xwe û koma Til Hemîs şanoyek bi navê El-Emîre El-Neîme(Prensesa raketî) pêşkeş kirin.

Çalakiyên roja 5'emîn a Mihrîcana Zarokan bi pêşkeşkirina Koma şehîda Yekta şanoyek bi navê 'Mela û Rovî' û Koma Zarokên Aşitiyê ya girêdayî Til Hemîsê stranên erebî bi dawî bû.

(şx)

ANHA