Şewata li Dersimê berbelav dibe

Şewata li Dersimê ku ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker destpêkirîbû, her ku diçe berbelav dibe.

Şewata li Dersimê berbelav dibe
5 îlon, 2018   17:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber bombebarana artêşa Tirk a dagirker li herêma Xiran a di navbera bejahiya gundê Zerikan û Guleç yê navçeya Mêzger a Dersimê şewat derket. Her diçe şewata li herêmê berbelav dibe û gundî jî hewld didin  şewatê bitefînin

Gelê navçeyê ji bo vemirandina şewatê wê sibê biçe herêmê. Gundiyan ji bo vemirandina şewatê bang kirin.

Heyeta ku ji rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) pêk tê îro ji bo lêkolîna şewatê çûn Dersimê. Heyetê xwest biçe Geliyê Roj cihê şewatê, lê heyet ji aliyê cendermeyan ve hate astengkirin.