Cangoriyên Dêrik û Girkê Legê hatin bi bîranîn

Şêniyên herêma Dêrik û Girkê Legê yên kantona Qamişlo şehîdên herêmê yên mehên Tîrmeh, Tebax û Eylûl bi bîr anîn.

Cangoriyên Dêrik û Girkê Legê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Dêrik û Girkê Legê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Dêrik û Girkê Legê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Dêrik û Girkê Legê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Dêrik û Girkê Legê hatin bi bîranîn
Cangoriyên Dêrik û Girkê Legê hatin bi bîranîn
5 îlon, 2018   18:25

QAMIŞLO

Bi hezaran kes beşdarî merasîmê bîranînê ku li goristana Şehîd Xebat a herêma Dêrikê hatibû li darxistin bûn.

Merasîm bi torana leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve dest pê kir. Ji fermandarên YPG‘ê Nahir Aslan axivî û ev tişt got, "Bîranîna şehîdan erka me ye ku em soza xwe ya me bi wan re daye nû bikin."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ubeyd jî axivî û diyar kir ku bi saya fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew gihiştine vê qonaxa dîrokî. Ubeyd soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdên hatin bi bîranîn, hatin xwendin.

Şêniyan di dawiya merasîmê de find li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA