Nexweşiyên giran li Tirkiyeyê zêde dibin

Di van demên dawîn de gelek nexweşiyên giran li Tirkiyeyê zêde dibin. Siyasetmedaran jî ev mijar bi kêmasiyên qanûnî yên hundirîn ve girê dan ku sewalan ji derve werdigirin û hişyariya derketina hin nexweşiyên nû dan.

Nexweşiyên giran li Tirkiyeyê zêde dibin
4 îlon, 2018   11:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Gel a Komarperest (CHP) a opozîsyona Tirkiyeyê hişyariya derketina nexweşiyên giran li Tirkiyeyê da û diyar kir ku eger rayedarên Tirkiyeyê kêmasiyên qanûnî yên girêdayî tenduristiya sewalên ji derve tên wergirtin çareser nekin, nexweşî dê bêtir zêde bibin.

Parlamenterê CHP'ê Alî Şeker diyar kir ku nexweşiya "Anthrax" li Tirkiyeyê di van demên dawîn de gelekî zêde bûye û ji ber kêmasiyên qanûnî yên wergirtina sewalan pêk hatiye. Eger mijar neyê çareserkirin, nexweşiyên nû dê derbasî Tirkiyeyê bibin.

Rojnameyên Tirkiyeyê ragihand ku rayedarên Tirkiyeyê dê sewalên nexweş ji welatên wan re  vegerînin û tenduristî dê were aktîfkirin da ku ev nexweşî bêne sînordarkirin.

Rayedarên Tirkiyeyê ragihand ku 4 hezar sewalên nexweş ji Brazîlê hatine wergirtin û beriya cejna Qurbanê gelek ji wan mirine. Li bajarê Stenbolê jî 48 welatiyên ku bi nexweşiya Anthrax ketine, serdana nexweşxaneyan kiriye û ji wan 6 tên dermankirin.