Komîteya Aborî: Em amade ne pembo ji cotkaran wergirin

Komîteya Aborî ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ragihand ku ew amade ne hilberîna pembo ya cotkaran wergirin û ji bo vê yekê navendeke pispor ava kir û kadroyên pispor tê de erkdar kirin.

Komîteya Aborî: Em amade ne pembo ji cotkaran wergirin
Komîteya Aborî: Em amade ne pembo ji cotkaran wergirin
Komîteya Aborî: Em amade ne pembo ji cotkaran wergirin
Komîteya Aborî: Em amade ne pembo ji cotkaran wergirin
4 îlon, 2018   11:44

TURKÎ EL-GALIT / GIRÊ SPÎ

Di çarçoveya piştgiriya cotkarên kantona Girê Spî de, Komîteya Aborî ya girêdayî Meclîsa Navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî ragihand ku ew amade ye hilberîna pembo ya îsal ji cotkarên herêmê wergire, da ku keysbaziya wan ji aliyê bazirganan ve neyê kirin.

Hevseroka Komîteya Aborî Meryem Erselan girêdayî mijarê wiha got: "Em wek Komîteya Aborî hewl didin bi hemû rêbazan piştgiriya geşkirina aboriya herêmê bikin û alîkariyê xwe li gorî derfetan bi cotkaran re bikin."

Meryem da zanîn ku wan Navenda El-Çelebiyê ji bo wergirtina hilberîna pembo amade kirine û wiha got: "Komîteyê kadroyekî pispor ji hersê komîteyên çandiniyê yên Kobanê, Girê Spî û Eyn Îsa peyda kirine û li vir erkdar kirine da ku hilberîna pembo wergirin û kalîteya pembo bidin diyarkirin."

Meryem der barê buhayê pembo de da zanîn ku di rojên pêş de dê were diyarkirin û got ku buhayê pembo li gorî lêçûnên çandiniyê dê guncaw bin.

Zeviyên navçeya Eyn Îsa ku pembo tê de hatiye çandin, bi qasî 31 hezar û 420 donim in. Hilberîna pembo ya îsal rastî nexweşiyan hat û di encamê de nîvê hilberînê telef bû.

ANHA