Li Eyn Îsa sinevîzyona danasîna jiyana Ocalan

Kongreya Star a kantona Girê Spî, ji bo naskirin û tekoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sinevîzyonek ji jinên Eyn Îsa re pêşkêş kirin.

Li Eyn Îsa sinevîzyona danasîna jiyana Ocalan
Li Eyn Îsa sinevîzyona danasîna jiyana Ocalan
Li Eyn Îsa sinevîzyona danasîna jiyana Ocalan
4 îlon, 2018   11:27

GIRÊ SPÎ

Kongera Star a Girê Spî bi armanca naskirin û şirovekirina jiyana rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, ji endamên jin ên sazî û navendên navçeya Eyn Îsa re  sinevîzyonek pêşkêşkirin.

Di sinevîzyonê de bi dehan endam û rêveberiyên meclisan amade bûn, sinevîzyona bi bîranîna canguriyên azadiyê dest pê kir, paşê ji bi xêrhatina Kongreya Star a Kantona Girê Spî ji aliyê nunerên Kongreya Star a navçeya Eyn Îsa hate kirin.

Destpêka sinevîzyonê li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jiyankirina wî li bakurê suryê, her wiha xwedîderketina li ziman û hebûna gelê kurd û heta roja îro ku çawa gel li ser felsefeya rêber Ocalan jiyan dikin û welatekî azad avadikin hate temaşekirin.

(hh)

ANHA