Rûsyayê dîsa Idlib topbaran kir

Balafirên Rûsyayê careke din bajarê Idlibê û derdora wê piştî ku 22 rojan şer hatibû rawestandin, topbaran kirin. Her wiha li çolistana Şamê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de şer didome.

Rûsyayê dîsa Idlib topbaran kir
4 îlon, 2018   10:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku li deverên agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li Idlib, Laziqiyê, Heleb û Hemayê bêdengiyeke baldar heye. Bêdengî di roja 22'yemîn de li van parêzgehan berdewam dike, ji bilî ku îro di saetên sibehê de bajarokê El-Letamnê û derdora wê hate topbarankirin.

Navendê piştre ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê li dijî parêzgeha Idlibê êrîşên ezmanî pêk anîne û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê armanc girtine.

Rûsya û Îran hewl didin şerê Idlibê beriya lûtkeya sêalî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê di 7'ê Îlonê de li Tehranê bidin destpêkirin. Tirkiye jî hewl dide beriya lûtkeyê Cebhet El-Nusra bihelîne.

Şerê DAIŞ û rêjîmê didome

Li çolistana Şamê jî şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ'ê de berdewam dibin û hêzên rêjîmê li ser hesabê çeteyên DAIŞ'ê pêşve diçin.