Li herêma Cizîrê dûpişkên bibask û dudûvik!

Welatiyên herêma Cizîrê cureyên cuda yên dûpişkan dîtin ku cara yekemîn li herêmê tên dîtin. Dûpişkeke bi 2 dûvên jehrî li Til Hemîsê û dûpişkeke din a bibask li Girkê Legê hatin dîtin.

Li herêma Cizîrê dûpişkên bibask û dudûvik!
Li herêma Cizîrê dûpişkên bibask û dudûvik!
Li herêma Cizîrê dûpişkên bibask û dudûvik!
4 îlon, 2018   10:34

QAMIŞLO / ŞIHAB EL-EHMED

Li herêma Cizîrê 2 cureyên dûpişkan hene ku yek reş e û yek jî zer. Di van demên dawîn de hejmara van dûpişkan zêde bûye û pê re metirsiya li ser jiyana welatiyan jî zêde dibe. Welatiyên herêma Cizîrê li navçeya Til Hemîs û devera Hemogir a girêdayî navçeya Girkê Legê du cureyên balkêş ên dûpişkan dîtin.

Li devera Hemogir a girêdayî navçeya Girkê Legê welatiyan dûpişkekî balkêş dît ku du baskên wê li ser pişta wê hene.

Li gundê El-Cebanê yê girêdayî bajarokê Ebû Cirin ê Til Hemîsê welatiyan dûpişkeke din ku 2 dûvên wê yên jehrî hene, dît.

Welatiyan diyar kir ku wan beriya niha ev cure dûpişk li vê herêmê nedîtine.

ANHA