Rêya Petrolê bi awayekî lezgîn tê sererastkirin

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo Rêya Petrolê ya di navbera navçeya Til Hemîs û Til Berek de bi awayekî lezgîn sererast dike.

Rêya Petrolê bi awayekî lezgîn tê sererastkirin
Rêya Petrolê bi awayekî lezgîn tê sererastkirin
Rêya Petrolê bi awayekî lezgîn tê sererastkirin
Rêya Petrolê bi awayekî lezgîn tê sererastkirin
Rêya Petrolê bi awayekî lezgîn tê sererastkirin
4 îlon, 2018   11:05

ŞEHAB EL-EMED / QAMIŞLO

Rêya di navbera navçeya Til Hemîs û Til Berek de ji ber rewşa hewayî ya nebaş û ji ber ku erebeyên bar di wê derê re derbas dibin, xira bûbû. Her wiha di demên dawîn de li wê derê gelek qezayên trafîkê çêbûn.

Şaredariya Gel a Til Hemîsê ji destpêka meha Îlonê ve bi awayekî lezgîn dest bi sererastkirina wê rêyê kir da ku çûn û hatin hêsan bibe.

Şêniyên herêmê dibêjin sererastkirina rê bandorê li aliyê aborî dike ji ber ku çûn û hatina madeyan û berhemên çandiniyê ber bi sûkan ve her wiha birina nexweşan ber bi navendên tenduristiyê ve hêsantir dibe.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a Til Hemîsê Abdullrehman El-Hadî got Rêya Petrolê li herêmê sereke ye, li wê derê rê xira bûbû û gelek qezayên trafîkê li wê derê çêdibûn, ji ber wê şaredariyê daxwaz ji Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişloyê li ser girîngiya wê rêyê kir.

El-Hadî diyar kir ku Şaredariya Til Hemîs ji bo wê rêyê sererast bike, trêksek bi kirê kir. Her wiha El-Hadî destnîşan kir ku ji ber ku ew rê li herêmê sereke ye, Desteya Şaredariyan soz daye wan ku dê wê rêyê sererast bikin û ji nû ve îsfalt bikin.

(bx)

ANHA