Li sûkên Reqayê madeyên demborî hatin şewitandin

Komîteya Zabîte ya Şaredariya Gel a Reqayê bi hevkariya bi Komîteya Temwînê ya Reqayê gelek madeyên demborî di sûkên bajêr de desteser kirin û şewitandin.

Li sûkên Reqayê madeyên demborî hatin şewitandin
Li sûkên Reqayê madeyên demborî hatin şewitandin
Li sûkên Reqayê madeyên demborî hatin şewitandin
Li sûkên Reqayê madeyên demborî hatin şewitandin
Li sûkên Reqayê madeyên demborî hatin şewitandin
3 îlon, 2018   11:39

REQA

Komîteya Zabîtê ya Giştî ya Şaredariya gel a Reqayê û bi hevkariya bi komîteya temwînê re rojane li ser dikanên bazirganan ên madeyên xwarinê digerin.

Di gera Komîteyê de, Komîteyê gelek madeyên demborî ku tê de 197 qutî tişiya sêvê, 4 letre tehîn, 150 kîlo mireba, 21 karton zibdê, 75 derd meşrûbat, 9 kîlo gizerên di qutiyan de û 46 kîsin xurme desteser kirin.

Piştî ku komîteyê madeyên demborî ji sûkên Reqayê desteser kirin, li cihên guncaw şewitandin.

Hevserokê Komîteya Zabîtê Ebûd El-Hisên wiha got: "Piştî desteserkirina madeyên demborî, me xwediyên dikanan haydar kirin ku careke din dubare nekin."

(jo)

ANHA