Li bajarokê Ebdan Şaredariya Gel hate vekirin

Desteya Şaredariyan a kantona Hesekê îro li bajarokê Ebdan ê girêdayî navçeya Şedadê şaredariya gel bi merasîmekê vekir.

Li bajarokê Ebdan Şaredariya Gel hate vekirin
Li bajarokê Ebdan Şaredariya Gel hate vekirin
Li bajarokê Ebdan Şaredariya Gel hate vekirin
Li bajarokê Ebdan Şaredariya Gel hate vekirin
3 îlon, 2018   11:41

HESEKÊ

Saziyên sivîl ê navçeya Şedadê, navçeya El-Erîşa û Desteya Şaredariyan a Kantona Heskê tev li merasîma vekirina şaredariyê bûn.

Vekirina şaredariyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê axaftin ji aliyê hevserokê şaredariya gel a bajarokê Ebdan EL-Berdî, endamê Desteya Şaredariyan a Kantona Hesekê Mihemed Hisên ve hatin kirin.

Axaftvanan vekirina şaredariyê li welatiyan pîroz kir û got ku tevî rewşa ku herêm tê re derbas dibe, vekirina şaredariyê serkeftinek  e.

Her wiha axaftvanan destnîşan kir ku dê şaredarî alîkariya welatiyên bajarok û gundan bike û pêdiviyên wan bi cih bîne.

Axeftvanan hêvî kir ku her rêveberiyek bi erka xwe rabe û dikarin qasî berpirsyarê bin. Merasîma vekirinê bi gerandina govendê bi dawî bû.

ANHA