Rêyên rojhilatê Qamişlo têne sererastkirin

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo dest bi sererastkirina rêyên xirabûyî kir.

Rêyên rojhilatê Qamişlo têne sererastkirin
Rêyên rojhilatê Qamişlo têne sererastkirin
Rêyên rojhilatê Qamişlo têne sererastkirin
Rêyên rojhilatê Qamişlo têne sererastkirin
3 îlon, 2018   11:39

QAMIŞLO

Şaredariya Gel a Rojhilatê Qamişlo îro ji saetên sibê ve dest bi sererastkirina rêyên xirabûyî kir. Sererastkirin ji gundê Umer El-Fursan ê bajarê Qamişlo dest pê kir. Dê 4 kolanên gund bi dirêjahiya 60 – 350 metre ji her kolanekî re were sererastkirin.

Piştî ku sererastkirina rêyên gundê Um El-Fursan bidawî bibin dê şaredarî dest bi rêyên kolanên taxên rojhilat mîna Cimaye, Qenat Siwês, Elaya, Qudûrbek, Aşûriyê û Enteriyê yên bajarê Qamişlo bike.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a Rojhilatê Qamişlo Emîn Cedû diyar kir ku dê li gorî derfetên xwe û pereyên ku Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê dane wan rêyan sererast bikin.

(bx)

ANHA