Lavrov: Êdî rewşa li Idlibê nayê tehemûlkirin

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov got ku Idlib zemîna ku tê de amadekariya êrîşên terorîst tên kirin pêk tîne û êdî rewşa li Idlibê nayê tehemûlkirin û ne pêkan e rewşa wê wisa bê hiştin.

Lavrov: Êdî rewşa li Idlibê nayê tehemûlkirin
3 îlon, 2018   11:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov di axaftineke xwe de li Peymangeha Moskovê ya têkiliyên dîplomasî ya hikumî wiha got: "Agirbesta li Sûriyeyê rojane tê binpêkirin. Komên terorîst rojane êrîşî baregehên artêşa Sûriyeyê yên nêzî herêmê dikin."

Lavrov got ku ev herêmêzemîna amadekirina êrîşên terorîst pêk tîne û ji vê herêmê gelek firoke bi ser baregeha artêşa Rûsyayê li Sûriyeyê de hatin şandin. Lavrov got ku êdî ne pêkan e ev rewş were tehemûlkirin û wiha domand: "Ji bo mijar were çareserkirin em di nava xebatan de ne û danûstandinê bi Tirkiyeyê û Îranê re dikin."

Çavkaniyên xwedî agahî ji rojnameya Şerq El-Ewsat re ragihand ku hêzên rêjîmê li benda fermana êrîşa li dijî Idlibê ne û got ku rêjîmê hêzên xwe li giştî derdora parêzgeha Idlibê bi cih kirine  û ji çalakiyeke leşkerî ya berfireh re amade ye. Heman çavkaniyan da zanîn ku rêjîmê bicihkirina hêzên xwe li hemû eniyên Idlibê bi dawî kiriye.

Parîsê piştrast kir ku serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed bêyî çareseriya siyasî bi sponseriya navneteweyî nikare aştiyê pêk bîne. Londonê jî xemgîniya xwe der barê rewşa Idlibê de anî ziman û hişyariya bikaranîna çekên kîmyewî da. Li Vatîkanê jî keşe Francis bang li aliyê bi bandor di Sûriyeyê de kir ku parastina mafên mirovan bikin û welatiyên sivîl ên Idlibê biparêzin.