Piştî Lavrov, Zerîf jî got: Divê Idlib were paqijkirin

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got divê parêzgeha Idlibê ji çekdaran were paqijkirin.

Piştî Lavrov, Zerîf jî got: Divê Idlib were paqijkirin
3 îlon, 2018   10:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf bêyî ku were ragihandin di nava şandeyeke siyasî de serdana Şamê kir. Zerîf got ku serdana wî li ser daxwazeke fermî ya wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Welîd Muelîm pêk hatiye da ku danûstandin û şêwirên xwe bi hev re bikin.

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê Zerîf di daxuyaniyekê de li Şamê got ku divê hemû terorîst ji Idlibê bêne qewitandin û divê gelê Sûriyeyê serweriya xwe li ser parêzgeha Idlibê ferz bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îranê hate ragihandin ku Zerîf dê bi serokê Sûriyeyê Beşar El-Esed û serokê hikumeta Sûriyeyê Îmad Xemîs re bicive.

Ev daxuyaniyên Zerîf di heman dema daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov de hatine derxistin. Lavrov got ku êdî rewşa li Idlibê nayê tehemûlkirin û ji bo çareserkirina aloziyê ew bi Tirkiye û Îranê re di nava xebatan de ne.

Rêjîmê hêzên xwe yên leşkerî li hemû eniyên Idlibê bi cih kirine û li benda fermana êrîşê ne.