Agirbesta Tirkiye û Rûsyayê li Idibê dubare tê binpêkirin

Binpêkirina agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê ku derbasî roja xwe ya 20'an dibe, rojane tê binpêkirin. Tevliheviya ewlehiyê li deverên di bin dagirkeriya komên çete de yên Idlibê zêde dibe.

Agirbesta Tirkiye û Rûsyayê li Idibê dubare tê binpêkirin
3 îlon, 2018   11:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku binpêkirina agirbesta Rûsya û Tirkiyeyê li Idlibê di roja 20'an de dubare dibe.

Navendê diyar kir ku hêzên rêjîmê herî dawî aliyê Kebabê yê çiyayê Kurdan li gundewarên Laziqiyê topbaran kirin û gelek deverên gundewarên rojavayê bajarê Cisir Şixor ê rojavayê Idlibê armanc girtin.

Hêzên rêjîmê her wiha bajarokê El-Ziyara yê li deşta El-Xab a gundewarên bakurê rojavayê Hemayê topbaran kir. Ji bilî vê bêdengiyeke baldar li giştî herêmê heye.

Di çarçoveyeke din de li giştî herêmê tevliheviya ewlehiyê zêde dibe, nemaze li deverên di bin dagirkeriya komên çete de yên girêdayî Tirkiyeyê û Cebhet El-Nusrayê de.

Navendê ragihand ku li ser riya Batboy a gundewarê rojavayê Helebê mayinek teqiyaye û dengê teqînên mezin li bajarokê Sermîn hatiye bihîstin. Der barê ziyanan de heta niha agahî nehatine bidestxistin.