Aloziya avê li bajarokê Cezaa; sedem û çareserî

Welatiyên bajarokê Cezaa û 52 gundên derdorê ji sala 2013'an ve pirsgirêka xwe ya avê heye. Welatiyên van gundan di peydakirina ava vexwarinê de rastî gelek astengiyan tên.

Aloziya avê li bajarokê Cezaa; sedem û çareserî
Aloziya avê li bajarokê Cezaa; sedem û çareserî
Aloziya avê li bajarokê Cezaa; sedem û çareserî
Aloziya avê li bajarokê Cezaa; sedem û çareserî
Aloziya avê li bajarokê Cezaa; sedem û çareserî
Aloziya avê li bajarokê Cezaa; sedem û çareserî
3 îlon, 2018   10:42

ŞIHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Di nîvê sala 2013'an de piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê Cezaa ya li başûrê her du navçeyên Til Hemîs û Tirbespiyê ku piraniya navendên giştî veguhertin baregehên leşkerî û ji van baregehan êrîşên xwe li dijî herêmên başûrê bajarokê Çilaxa û navçeya Girkê Legê dikirin.

Di sala 2015'an de bajarokê Cezaa ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel/Jin (YPG/YPJ) ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin. Çeteyên DAIŞ'ê beriya çend rojan ji rizgarkirina bajarok û piştî ku nas kirin ku nikarin li ber xwe bidin, gelek gund û bajarok hilweşandin.

Piştî ku bajarokê Cezaa û 52 gundên girêdayî wê ji bermahiyên çeteyan hatin paqijkirin, welatiyên van gundan vegeriyan malên xwe û dest bi xebatên xwe yên sererastkirinê kir. di encama hilweşîna binesaziya vê deverê de welatiyên van gundan di peydakirina ava vexwarinê de rastî gelek astengiyan tên.

Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) rewşa welatiyan şopand. Gelek welatiyan ji ANHA'yê re diyar kir ku ew ava vexwarinê biha dikirin ango nêzî 1500 lîreyên Sûriyeyê ji bo bermîlekî avê. Rewşa li van deveran êdî ber bi karesateke mirovî ve diçe.

Rewşa welatiyên Cezaayê bêtir xirab dibe

Der barê mijarê de welatiyê bi navê Berho El-Hisên ê ji gundê El-Begara wiha got: "Pêdiviya deverê bi ava vexwarinê zêde ye. Ji ber vê vê pirsgirêkê gelek welatiyên herêmê neçarî koçberiyê dibin."

Şaredariya Gel a bajarokê Cezaayê jî diyar kir ku derfetên wan kêm in û nikarin alîkariyê bi welatiyan re bikin û ava vexwarinê ji wan re peyda bikin û tenê du panzêrên avê yên şaredariyê hene û ji sedî 10 ji pêdiviyên welatiyan ji ava vexwarinê peyda dikin.

Beriya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ava deverê baş bû

Welatiyên bajarokê Cezaa diyar kir ku beriya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê li dijî bajarok ava deverê dihat vexwarin û av baş dihat peydakirin, nemaze ji Navenda Belavkirina Avê ya El-Ehmîr a rojavayê bajarok. Ev navend ji ber tunebûna kehrebeyê hate rawestandin û di encamê de avên kaniyan tev li nava ava jêrzemînê bûye û êdî nayê vexwarin.

Welatiyan bang li Şaredariya Gel kir ku vê pirsgirêkê çareser bike û ava vexwarinê bi rêya panzêran bi buhayekî guncaw ji wan re peyda bikin.

Welatiyê bi navê Etiye Mihemed Osman ji gundê Zibêda girêdayî heman mijarê wiha got: "Welatiyên bajarokê Cezaa û gundên derdorê ji sala 2013'an ve pirsgirêka peydakirina ava vexwarinê dikêşin."

Tunebûna avê koçberî zêde kir

Etiye Mihemed Osman di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku gelek malbatên van gundan ji ber vê pirsgirêkê piştî ku dever hate rizgarkirin û vegeriyan malên xwe careke din koçber dibin.

Hevserokê Şaredariya Gel ê bajarokê Cezaayê Serhan Iwênan diyar kir ku ji ber pirsgirêka ava vexwarinê gelek welatî koçber dibin û got ku derfetên şaredariyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê gelekî kêm in û tenê du panzêrên wan ên avê hene û ji van 52 gundan tenê dikare avê ji 3 yan 4 gundan re peyda bikin.

Xebatên sînordarkirina pirsgirêka avê

Desteya Şaredariyan a Kantona Qamişlo bi armanca çareserkirina pirsgirêkê bîreke avê li bajarokê Cezaa koland, lê ava ku hatiye derxistin jî nayê vexwarin. Piştre Desteya Şaredariyan bîreke din li ber navenda belavkirina avê ya Til El-Ehmîr a rojavayê Cezhayê koland lê piştre ava kaniyan herikî bîra avê û ew jî êdî nayê vexwarin.

Çareserî

Sererastkirina bîra li gundê El-Begara yê rojavayê bajarokê Cezaayê û ava bîrên wê jî ji bo vexwarinê guncaw in, lê ji ber ku komên çete bîr bi keviran xetimandine, divê ji nû ve were sererastkirin. Sererastkirina vê bîrê dê beşekî mezin ji pirsgirêkê çareser bike.

Serhan Iwênan got ku wan gelek caran banga alîkariyê ji karîgeriya ava vexwarinê ya navçeya Til Hemîsê kirine lê ti bersiv ji wan re nehatiye û got ku pêdiviya wan bi panzêran zêde ye.

Hêjayî gotinê ye çemê El-Ehmîr ku ji devera Girkê Legê diherike bi xwe re qirêjiya bîrên petrolê yên devera Rimêlanê tîne û di encamê de ava jêrzemîn jî hatiye qirêjkirin û ji bo vexwarinê ne guncaw in.

ANHA