ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.09.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.09.2018
1 îlon, 2018   04:00

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi armanca rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ'ê ji nû ve daye destpêkirin dê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê dê werin şopandin.

-Bi boneya 1‘ê Eylûnê Roja Aştiyê ya Cîhanê, Meclisa Gel kantona Qamişlo li ber avahiya meclisê daxuyanî dide, saet 09:00. Li navçeya Tirbespiyê jî meşek ji ber Akademiya Şehîd Yekta Herekol ve dest pê dike, saet 09:00. Her wiha Rêxistina Mafê Mirovan jî li ber avahiya Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo daxuyanî dide, saet 11:00. Buroya Meclisa Sûriyeya Demokratîk a Helebê li ber avahiya meclisê daxuyanî dide, saet 12:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê 3‘yemîn konferansa xwe li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD‘ê Hemîd El-Serayî li goristana Şehîd Hanî El-Hesen a gundê Bisêra oxir dikin. Saet 15:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nerazîbûna li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Rewşenîbrên kantona Efrînê tekez kirin ku tecrîd girêdana wan a bi ramanê Ocalan ve xurtir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Kantona Efrînê bi xeml û bedewbûna xwe ya xwezayî tê nasîn û rengîniya daristanên xwe yên xwezayî û çêkirî di salên aloziya Sûriyeyê de parast. Lê heta ev berhama xwezayî jî ji aliyê hovên artêşa Tirk a dagirker ve rastî destdirêjiyê hat. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Bêrîkirina wê ya ji Efîrnê di hindirê wê de hastên nivisandina helbest û stranan afirandin. Newroz Mihemed ya 12 salî bi helbest û stranên xwe Efrînê bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rêveberên Rêxistina Konreya Star a navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, banga li rêxistinên jinan ên navdewletî û hiqûqa mafê mirovan kirin ku sûcên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker teşhîr bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jina bi navê Fatma ku 6 zarokên wê hene ev 8 sale ji bo xwedîkirina zarokên xwe karên paletî, komkirina plastîkan û niha jî li ser rêyan zebze û fêkiyan difroşe. Fatma bang li jinan dike ku ji hêza xwe bawer bin û xwe nekin muhtacê tu kesî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ji Rêveberên YCR‘ê Harûn Apoyî got, "Armanca me avakirina nifşek rêxistinkirî ye, da tu ji bo parsatina welat amade bin." Harûn destnîşan kir ku ciwanên ji hemû pêkhateyan ji bo parastinê amade ne hêzeke taybet ava bikin û beşdarî pêngava rizgarkirina Efrînê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekitiya Ciwanên Rojava di çarçoveya pêngava "serî hide" de li navçeya Til Rifet a Şehbayê çalakiyekê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Rewşenbîrên kantona Efrînê destdirêjiya li ser gora Nûrî Dêrsimî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve  şermezar kirin û wekî berdewama kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-4‘emîn Mîhrecana Zarokon li herêma Girkê Legê bi meşkê dest pê dike. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Devera dîrok a bi navê Sûra ango "Avşo" ku dikeve rexê rojavayê çemê Firatê li nêzî bajaroka Mensûra ya rojhilatê Tebqayê vedikere serdema Romayê, gelek aliyên wê di bin tozê de maye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Li hin taxên başûrê bajarê Hesekê xetên avê tunene, li hin deverên din jî ji ber tunebûna toreyên avê, av naghêje wan. Li ser mijarê Gîrînendiya Avê destnîşan kir ku derfetên heyî têrê nakê ku niha toreyan siwar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Reqayê, rê û pirên xirabûyî yên di nava bajarê de sereraset dike, her wiha xebatên paqijkirina bajêr ji bermahiyên şer didomîne û rengekî nû dide bajar. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Niştecihên gundê Umerzopaş a Başûr pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê dikiştin, şênî bi riya stêrên ku ji gundên din tên ava peyda dikin. Şaredarî jî dibêje projeyên peydakirina avê anî kolandinê bîrekê li gund heye, lê derfetên pêkanîna projeyê têrê nakê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-20 malên gundê Xabir di hibijartinên qonaxa destpêkê ya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de, komîna xwe jinûva saz kirin û hemû pirsgirêkên xwe yên jiyanî bi rêya komînê çareser dikin û xwe bi rêxistin dikin. Ji ber kêmderfetan û nebûna cihekî guncaw, komîna gund di odeyeke maleke welatiyekî gund de hate avakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA