Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve-4

Kantona Efrînê bi xeml û bedewbûna xwe ya xwezayî tê nasîn û rengîniya daristanên xwe yên xwezayî û çêkirî di salên aloziya Sûriyeyê de parast. Lê heta ev berhama xwezayî jî ji aliyê hovên artêşa Tirk a dagirker ve rastî destdirêjiyê hat.

Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve-4
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve-4
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve-4
Li Efrînê maskê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê dikeve-4
1 îlon, 2018   04:20

Siyaseta şewtandin û birçîkirinê rêbazekî dagirkeriya mîrasgirên Osmaniyan e

ŞEHBA / SELAH ÎBO – BASIL REŞÎD

Di dîmenên herî dawî hatine weşandin de, diyar dibe ku traksên mezin ên artêşa Tirkiyeyê li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê darên zeytûnê yên temendirêj hildikin. Li gorî serjimariyên ne fermî ji destpêka dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê ve heta niha herî kêm bêtirî 1500 darên zeytûnê hilkirine. Her wiha bêtirî 25 hezar darên din ên zeytûnan xistine nava nexşeya Tirkiyeyê, nemaze dewleta Tirk nexşeya xwe li ser sînorê Efrînê dubare diguherîne û axa Efrînê digire nava xwe.

Li rex destdirêjiya dewleta Tirk li mal û milkên welatiyan, artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê bi awayekî sîstematîk daristanên xwezayî yên herêmê dişewitînin û astengiyan ji cotkaran re derdixînin û alavên wan ên çandiniyê û terektorên wan desteser dikin.

Berhema xwezayî li Efrînê

Bêtirî 25 hezar hiktar daristanên xwezayî û çêkirî li herêma Efrînê hene ku bi rengîniya xwe û bedewbûna xwe navdar in. ji ber vê yekê herêma Efrînê her tim meqseda geştewarên hundirîn û derve bû.

Devera keskayî ya herêma Efrînê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve hatibû parastin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi hemû hêz û derfetên xwe parastina deverên darûber bike û rê li pêşiya birîna daran girt û li gorî rêbazên parastina hawîrdorê û girêdana mirovan bi ekolojiyê li gorî rêgezên netewa demokratîk tevdigeriya. Rûpîvana daristanên Efrînê 25 hezar hiktar in û ji wan 12147 hiktar daristanên çêkirî ne. Di van daristanan de %75 darên berû, %20 derên merxê û % 5 darên guvîj, kizwan û zeytûnên bejahî ne.

Li gorî rapora Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê ku têde destdirêjiyên artêşa Tirk li berhema darûberan û çandiniyê ya herêma Efrînê kiriye diyar dibe, nemaze piştî dagirkeriya Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li herêmê, ji destpêka meha Gulanê ve bi awayekî sîstematîk dest bi hilweşandina hawîrdora herêmê dike û bi taybet daristanên xwezayî û hilberînên çandiniyê yên herêmê dixe xizmeta (koçberên ji Xota û deverên din ên Sûriyeyê ku di Efrînê de hatine bicihkirin).

Hin ji van destdirêjiyên li hemberî daristanên xwezayî û darên herêma Efrînê yên welatiyan hatine belgekirin. Herî dawî çeteyan agir bi zeviyên zeytûnan ên welatiyê bi navê Nehsan Mihemed Bekir ê ji gundê Hopka ya girêdayî dever Reco di hefetya borî de. Di encamê de 5000 darên temendirêj hatin şewitandin.

1-6'ê Tebaxa 2018'an çeteyên artêşa Tirk agir bi girê Girkê ya di navbera gundên Xerza û Çolaqa de xistin.

2-      3'ê Tebaxa 2018'an artêşa Tirk 15 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Bilo Bilal li ber deriyê bajaroka Şiyê ji aliyê başûr ve hilkirin da ku baregeheke xwe ya leşkerî li şûna wan ava bikin.

3-2'yê Tebaxa 2018'an artêşa Tirk agir bi çiyayê Xaziyana û Çolaqa xist.

4-23'yê Tîrmeha 2018'an artêşa Tirk agir bi çiyayê Hawar a girêdayî devera Reco xist.

5-19'ê Tîrmeha 2018'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker agir bi çiyayê Qerîbil a navçeya Meydana ya devera Reco xistin.

6-16'ê Tîrmeha 2018'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker agir bi çiyayê Qurtqilaqê ya girêdayî navçeya Şera xistin.

7-15'ê Tîrmeha 2018'an çeteyan agir bi çiyayê Çirqa ya di navbera gundên Elemdara û Cirqa yên devera Reco xistin.

8-13'yê Tîrmeha 2018'an bêtirî 1000 darên zeytûnan ên welatiyên gundê Xaziyana Jêrîn li aliyê bakurê navçeya Mabeta hatin şewitandin. Komên çete rê li pêşiya welatiyan girtin da ku nikaribin agir vemirînin. Di encamê de agir derbasî daristana xwezayî ya nêzî deverê bû.

911'ê Tîrmeha 2018'an komên çete hejmareke malên welatiyan ên gundê Sariya ya girêdayî navçeya Mabeta şewitandin. Di encamê de agir bi diristana li rex gund ket.

10-6'ê Tîrmeha 2018'an çeteyan gelek darên gundê Sêwiya ya navçeya Mabeta hilkirin.

11- 6'ê Tîrmeha 2018'an çeteyan agir bi geliyê Tîra xistin û bêtirî 2 hiktar şewitîn. Şewitandina vê deverê rasterast bi fermana istixbarata Tirkiyeyê bû.

12-6'ê Tîrmeha 2018'an daristana xwezayî ya di navbera gundên Hecîka, Qude, Moseka û Derwîş ên devera Reco ji aliyê çeteyan ve hate şewitandin. Di vê daristanê de zeytûnên bejahî yên xwezayî hebûn ku Efrînê bi vê cûreya zeytûnan tê nasîn.

13-7'ê Tîrmeha 2018'an artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bêtirî 2500 darên zeytûn, henar û mêwên tirî yên welatiyên gundê Edema ya girêdayî devera Reco şewitandin. Milkiyeta van daran a van kesan e: "Mihemed Osman Salim 100 dar, Receb Osman Salim 100 dar, Silêman Mihemed Mihemed 100 dar, Welîd Mihemed Mihemed 100 dar, Mihemed Hesen Îsmaîl 100 dar, Yehya Reşîd Mistefa 300 dar û1500 darên henarê û 300 mêwên tirî yên welatiyê bi navê Mihemed Bekir Şêx Dade û 800 mître xertûmên avdanê şewitandin. Çeteyan her wiha hilberîna genim ji welatiyan dizîn û derbasî Tirkiyeyê kirin.

14-6'ê Tîrmeha 2018'an çeteyan agir bi zeviyên çandiniyê li ser dirêjahiya 4 km li aliyê rojavayê gundê Etmana yê devera Reco şewitandin. Di nava wan de gelek darên berû û zeytûnan hebûn.

15-30'yê Gulana 2018'an artêşa Tirk 500 darên zeytûnan ên her sê welatiyên bi navê Mihemed Elî Qermo ji gundê HecCemala ya devera Reco, Mihyedîn Biladîno û Ehmed Salih ên ji gundê Eltaniya hilkirin. Li şûna van daran jî baregeheke perwerdeya leşkerî ji çeteyan re ava kir. Dema ku van welatiyan gilî kirin ji wan re wisa gotin: "Me Efrîn dagir kiriye, gelo çêdibe em destûra hilkirina daran ji we bixwazin?". Li gundê Bilêlko jî artêşa Tirk gelek dar hilkirin û li şûna wan zemîneke daketina helîkopteran ava kir.

16-8'ê Hizêrana 2018'an çeteyan zeviyên çandiniyê yên malbatên gundê Qîbarê yê bi ser bajarê Efrînê ve şewitandin. Malbata Nehsan 4 hiktar, malbata Zekeriya Şêx Hemzê ji gundê Dargirê3 hiktar.

17- 8'ê Hizêrana 2018'an çeteyan zeviyên genim, ceh û darên zeytûnê yên li gundê Birc Qasê û gundê Beradê yên navçeya Şêrewa şewitandin.

18- Di roja duyemîn a cejna Remezanê de komên çete yên girêdayî artêşa Tirk zeviyên di navbera gundên Bênê û Basilê yên navçeya Şêrewa de şewitandin.

19-19'ê Hizêrana 2018'an çeteyên koma Ehrar El-Şerqiyê ya girêdayî artêşa Tirk zeviyên gundê Banîka a girêdayî devera Reco şewitandin. Şewat derbasî daristana xwezayî ya li rex gund bû.

20-21'ê Hizêrana 2018'an komên çete daristana darên merxê û girava tekane ya di gola Meydankê de şewitandin.

Genimê herêmê hate dizîn û derbasî Tirkiyeyê hate kirin

Desteya Çandiniyê ya Kantona Efrînê di rapora xwe de behsa talan û diziya hilberîna genim kir û got ku ev sûceke û li gorî qanûna navnetewî tê cezakirin. Di raporê de wiha hate gotin: "dewleta Tirk a dagirker giştî hilberîna genim a herêma Efrînê desteser kir. Dewleta Tirk bi riya şîrketa bi navê Altunsa a Tirkiyeyê 25 patoz derbasî herêmê kirin û hilberîna herêmê çinîn. Dewleta Tirk buhaya kirîna genim bi 90 lîreyên Sûriyeyê diyar kir û ji wan %20 lêçûnên çinînê û ji %7 baceya çeteyan. Li gorî cotkarên di Efrînê de mane depoya li rex patozê bi 3 tonan dihat hesibandin tevî ku 4 ton hilberîn diket van depoyan. Dewleta Tirk bi vê yekê eşkere û li pêşiya çavên giştî civaka navnetewî hilberîna welatiyên Efrînê diziya.

Her wiha komên çete piştî ku cotkaran pereyên ku ji wan re mane werdigirtin, careke din ew talan dikirin û pereyên wan jê distandin. Cotkarên ne amade jî çeteyan hilberîna wan wergirtin.

Li gorî rapora Desteya Çandiniyê hilberîna herêma Efrînê ya sala 2018'an bêtirî 20 hezar ton genim bû. Di raporê de dizîna bi sedan hiktaran ji hilberîna genim û ceh hate belgekirin û gelek caran hinceta ku cotkaran destûra çinîna hilberînê ji artêşa Tirk wernegirtiye yan xwediyê wê ne amade ye hilberîna wan jê distandin. Ev diziya dewleta Tirk weke sûcekî tê destgirtin û li gorî qanûna navnetewî tê cezakirin.

Siyaseta aborî ku tunekirinê armanc dike

Li rex van agahiyên jorîn, cotkarên Efrînê ji ber serweriya  bazirganên madeyên çandiniyê yên girêdayî komên çete rewşeke aborî ya dijwar jiyan dikin. Weke mînak di bazara sereke ya bajarê Efrînê de gelek cotkarên ku peywendî bi Desteya Çandiniyê re kirine diyar kirin ku gelek astengî ji wan re tên derxistin û ji bo ji gundekî derbasî gundekî bibin pêdiviya wan bi destûrekê heye. Ev kaxez jî tenê ji hin meclîsên girêdayî artêşa dagirker a Tirk ve tê wergirtin piştî ku 120 dolaran bidin. Piraniya caran komên çete vê kaxezê jî nas nakin û daxwaza xiracê dikin.

Cotkaran diyar kirin ku buhaya hilberînên çandiniyê ne li gorî lêçûna çandiniyê ne û di encamê de ziyaneke mezin dibînin. Nemaze ji ber ku bazirganên girêdayî komên çete serweriya bazarên herêmê dikin û ferq û cûdahiyeke mezin di buhayên hilberînên herêmên Efrînê û Idlibê de hene ku %75 ji hilberînê derbasî deverên di bin serweriya rêjîmê de dibin.

Desteya Çandiniyê derbarê ferq û cûdahiya buhaya hilberînên çandiniyê yên herêma Efrînê û Helebê de yên heman demsalê de lêkolînek amade kir. Li gorî vê lêkolînê eşkere dibe ku dewleta Tirk a dagirker siyaseteke aborî li Efrînê dide meşandin û têkşikandina derhatina welatiyên Efrînê armanc dike ku piraniya wan debara xwe ji çandiniyê werdigirn. Her wiha rê li pêşiya welatiyên koçber ên li Efrînê hatine bicihkirin ve dike da ku cihê xwe di hemû aliyan de bigirin û milkên welatiyên Efrînê yên ku neçarî koçberiyê dibin bikirin. Her wiha gelek caran cotkaran neçar dikin ku zeviyên xwe bê pere bidin van koçberan. Tevî ku kiriya hiktarekê 300 hezar lîreyên Sûriyeyê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyeyê ve hatiye diyarkirin, lê koçberên li herêmê hatine bicihkirin tenê bi 30 hezar lîreyan zeviyan distînin.

Desteserkirina zeviyan an kirêkirina wan

Yek ji destdirêjiyên din ên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê ew e ku qanûnên taybet li ser welatiyên Efrînê yên neçarî koçberiyê hatine kirin ferz dike û mal û milkên wan talan kirin û zeviyên wan desteserkirin û radestî komên çete dikin. Li gundê Coqê yê 7 km dûrî bajarê Efrînê ye welatiyan diyar kirin ku komên çete 1500 lîreyên Sûriyeyê ji bo her dareke zeytûnê weke xirac li ser welatiyan ferz kirine da ku karibin darên xwe xwedî bikin û 750 lîreyên Sûriyeyê ji bo darên çiyayî.

Destdirêjî di pîvan û qanûnên navnetewî de

Evan destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ku li jor hatine behskirin, beşekî biçûk ji destdirêjiyên li Efrînê pêk tên. Destdirêjiya li hawîrdorê û zeviyên çandiniyê weke sûcekî şer tê destgirtin û li gorî sîstema Roma ya bingehîn a dadgeha sûcdariyê ya navnetewî ya sala 1998'an tê cezakirin. Li gorî qanûnê: "Hemû çalakiyên ziyaneke mezin û demdirêj bi xwezayê dikin weke sûcekî şer tê destgirtin".  Her wiha qedexe ye zeviyên çandiniyê û navendên ava vexwarinê û ziyanê bi welatiyên sivîl tên kirin. Li gorî qanûna navnetewî hawîrdor weke sivîl tê destgirtin û di encamê de qedexe ye destdirêjiya wê were kirin. Qanûna naventewî ya mirovahiyê hawîrdorê diparêze.

Girêdayî vê mijarê parêzer Mihemed Cemîl dibêje ku dewleta Tirk a dagirker li hemberî ziyanên bi xwezaya Efrînê bûye û ziyanên bi binesaziya herêmê bûye berpirsyar e. Evan kirinên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê weke şewitandina daristan û zeviyan dikeve çarçoveya kirinên desthilatdariya bê sînor ku ti rêzê ji pîvan û hevpeymanên navnetewî re nagire.

Gelo destdirêjiyên dewleta Tirk derheqê xwezayê de di asta sûcên şer de ye?

Li gorî qanûnên têkldarî hawîrdor û xwezayê di rewşên şer de, evan qanûn hawîrdorê weke sivîl binav dikin û di encamê de destdirêjiya li hawîrdor û xwezayê qedexe dikin. Li gorî sîstema Roma ya bingehîn a dadgerha sûcdariyê ya navnetewî ya sala 1998'an weke sûcekî şer tê destgirtin. Hemû çalakiyên ziyanê bi hawîrdor û xwezayê dikin û rêgeza guncawbûnê binpê dikin weke sûcekî şer tê dest girtin. Her wiha hin qanûnên din jî têkbirina zeviyên çandiniyê û navendên ava vexwarinê û ziyanên bi welatiyên sivîl qedexe dike. Evan destdirêjî jî ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve li herêma Efrînê pêk tên û hatine belgekirin.

Hevpeymanên navnetewî piştrast dikin ku divê destirêjî li hawîrdor û xwezayê neyê kirin. rêxistina Xaça Sor a Navnetewî ya girêdayî Netewên Yekbûyî di protokoleke xwe de ku pêşkêşî Netewên Yekbûyî kiriye wiha dibêje: "darizandinên giştî yên girêdyaî çalakiyên dijber hawîrdorê jî digire nava xwe. Hawîrdor xwedî taybetmendiyeke sivîl e û ne pêkane êrîşek li dijî wê pêk were, tenê eger weke armanceke leşkerî hate destgirtin. Her wiha divê di çalakiyên êrîşên leşkerî de divê asta guncawbûna xwezayê di berçavan re were derbaskirin."

Di protokolê de bi taybet bikaranîna rêbaz û şêwazên kuştinê qedexe dike û meqsda wê ew e ku ziyanek bi hawîrdor û xwezayê neyê kirin. Her wiha êrîşên tolhildanê li dijî hawîrdor û xwezayê jî qedexe ye.

Dewleta Tirk û komên çete ku dagirkeriya Efrînê dikin, bi hemû rêbaz û şêwazan hewl didin diyardeyên herêmê biguherînin û deverên kevnar û şûnwarên herêmê hildiweşînin û demografiya herêmê diguherînin. Evan dagirker êdî niha şerê xweza û çiyayên Efrînê dikin û ji bo tola xwe ji welatiyên Efrînê bistînin kuştin û şewitandinê li pêşiya çavên hemû rêxistinên parastina hawîrdorê dikin didin meşandin.

ANHA