Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi dawî bû

3‘yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi hilbijartina rêveberên nû û derxistina plansaziya dema pêş bi dawî bû.

Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi dawî bû
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi dawî bû
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi dawî bû
Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê bi dawî bû
31 tebax, 2018   19:22

QAMIŞLO

3`yemîn Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê vê sibehê li navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo bi dirûşma "Bi ramana azad û hişmendiya ronakbîriyê em ê berxwedana Efrînê xurt bikin" dest pê kir.

Piştî nirxandina xebatên yekitiyê yên salane, rêziknameya yekitiyê jî hat xwendin û nêrîn û pêşniyaran beşdaran hatin girtin. Li gorî pêşniyaran jî hin guhertin di bendên rêziknameyê de hatin çêkirin.

Ji guhertinan; navê Yektiya Rewşenbîrên Cizîrê veguherî Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê.

Her wiha plansazî ji bo dema pêş hate danîn.

Rêxistinî:

-Xurtkirina koordîneyê bi meclis û komînan re û zêdekirina semîneran û panêlan.

-Navnedên yekitiyê li herêmên din werin vekirin.

-Pêşxistin û rêxitinkirina hemû şaxên yekitiyê û xurtkirina têkiliyan bi hemû rewşenbîran.

Çalakî:

-Lidarxisitna mîhrecaneke navendî ji bo helbestan li ser asta herêma Cizîrê.

-Lidarxisitna mîhrecaneke navendî ji bo kuteçîrokan li ser asta herêma Cizîrê.

- Helbestvan Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Mihemed Elî Cesûr û Yûsif Berazî werin bîranîn.

Ragihand:

-Çapkirina pirtûkên balkêş.

-Derxistina kovara bi navê rewşenbîran li ser asta Bakurê Sûriyeyê.

Di dawiya konferansê de ji bo hilbijartina desteya rêveber a yekitiyê dengdan pêk hat, di encamê de 7 kes hatin hilbijartin, ji wan dê hevserok werin diyarkirin.

Konferans bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA