HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir

HPG`ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Amed, Sêrt û Çewlikê şehîd bûne ragihandin.

HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir
HPG`ê nasnameya şehîdan aşkere kir
30 tebax, 2018   09:54

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku demên cuda, Tîrmeh û Tebaxê li Sêrt, Amed û Çewlikê şehîd bûbûn hatin ragihandin.

Daxuyaniya ku di malpera HPG’ê de cih girtî wiha ye:

‘’Li Kurdistanê dîsa li ser hîmê dagirkerî û konsepta îmhayê dewleta TC ya faşîst êrîşên xwe zêde kirine, şerê di navbeyna hêzên me yên gerîla û dewleta TC ya faşîst de her ku diçe dijwartir dibe, şer û çalakiyên gerîlayan zêdetir dibin. Di her şerî de derbên giran li dijmin dikevin, hin caran jî di şer de gerîlayên me şehîd dikevin. Li Amed, Sêrt, Çewlikê di sê operasyonan û şer de agahiyên derbarê windahiyên me yên gerîla wiha ne:

29’ê Tîrmeha 2018’an li navçeya Lice ya Amedê, li nêzî gundê Kervasê hevalên me Stêra û Ardil dema ku diçûne ser peywira xwe, bi êrîşa hewayî ya dijmin şehîd bûne.

17’ê Tebaxa 2018’an artêşa TC’ê ya dagirker li ser qada Herekolê ya Sêrtê operasyoneke bi desteka hewayî da destpêkirin. Operasyona ku êvarî saet 21.00’an ji hewayê ve bi bombekirinên zêde dest pê kirî, heta 18’ê mehê bi helîkoptêran bombekirina ser qadê dom kir. Hêzên dagirker berê sibehê bi helîkoptêrên Skorsky leşker danîn qadê û di navbera hêzên dagirker û hêzên me yên gerîla de şer derke. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin, her wiha hevalê me Bawer Qelqelî şehîd bû, hevalê me yê ku bi giranî birîndar bûyî Aras ji bo ku nekeve dest dijmin bombe bi xwe de teqandiye û şehîd bûye. Her wiha, di heman şerî de hevalê me Hakî Herekol (Şaban Kaygûsûz) jî bi birîndarî hêsîr ketiye destê dijmin.

Di daxuyaniya xwe de ya bi dîroka 28’ê Tebaxa 2018’an me gotibû 25’ê Tebaxê li nêzî gundê Şaxnê yê Kanîreşa Çewlikê yekîneyeke dijmin kiribû bin kontrola xwe, çalakiyek kiribû û 5 leşkerên dijmin hatibû kuştin, 3 jê birîndar bûbûn. Di heman daxuyaniyê de me diyar kiribû ku 2 hevalên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne, em ê piştre nasnameya wan bi raya giştî re par ve bikin.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Ardil Çem

Nav paşnav: Mukaddes Çaglar

Cihê rojbûnê: Bedlîs

Navê dayik û bav: Zekiye- Abdurrahman

Cih û dîroka şahadetê: 29 Tîrmeh 2018 / Amed

*****

Nasnav: Aras Herekol

Nav paşnav: Ahmet Human

Cihê rojbûnê: Bedlîs

Navê dayik û bav: Hatice - Halil

Cih û dîroka şahadetê: 17 Tebax 2018 / Sêrt

*****

Nasnav: Stêra Semsûr

Nav paşnav: Gonul Çelik

Cihê rojbûnê: Semsûr

Navê dayik û bav: Ayşehan-Aziz

Cih û dîroka şahadetê: 29 Tîrmeh 2018 / Amed

*****

Nasnav: Bawer Qelqeli

Nav paşnav: Emrah Ozcel

Cihê rojbûnê: Wan

Navê dayik û bav: Cahide - Sait

Cih û dîroka şahadetê: 17 Tebax 2018 / Sêrt

*****

Nasnav: Adil Hawar

Nav paşnav: Aykut Ozkur

Cihê rojbûnê: Muş

Navê dayik û bav: Kiymet - Atik

Cih û dîroka şahadetê: 25 Tebax 2018 /Çewlik

*****

Nasnav: Poyraz Agir

Nav paşnav: Mehmet Şirin Ozen

Cihê rojbûnê: Erzurum

Navê dayik û bav: Sakine - Nazim

Cih û dîroka şahadetê: 25 Tebax 2018 / Çewlik

Ji ber şehadetê ku em dijîn, di serî de serê malbatên me yên şehîd, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be. Em careke dî sond dixwin em ê bi teqezî tola şehîdan hilînin, îdeala me Kurdistana azad pêk bînin.