Xirabûna rêyê jiyana ajokaran dixe xetereyê

Ji ber lehiya ku ji çiyayê Şengalê tê, rêya di navbera navçeya Til Koçber a girêdayî kantona Qamişlo û navçeya Holê ya girêdayî kantona Hesekê xira bûye û ajokar ji ber vê yekê zehmetiyan dibînin û xetere li ser kesên ku di wê derê re derbas dibin heye.

Xirabûna rêyê jiyana ajokaran dixe xetereyê
Xirabûna rêyê jiyana ajokaran dixe xetereyê
Xirabûna rêyê jiyana ajokaran dixe xetereyê
Xirabûna rêyê jiyana ajokaran dixe xetereyê
Xirabûna rêyê jiyana ajokaran dixe xetereyê
Xirabûna rêyê jiyana ajokaran dixe xetereyê
30 tebax, 2018   10:09

ŞEHAB EL-EHMED / QAMIŞLO

Ji ber barana dawîn ku di demsala biharê de bariya, rêya di navbera Til Koçer û Holê de xira bûye. Rêya ku xira bûye, bi dirêjahiya 433 metre ye. Ew rê herêma rojhilat û rojavayê Cizîrê bi hev ve girê dide. Ji ber wê jiyana ajokaran û kesên ku di wê derê re derbas dibin, dixe xetereyê.

Welatiyên ku di wê rêyê re derbas dibin bang li şaredariyan kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku rê xira bûye û du erebe bi hev re nikarin di rêyê re derbas bibin.

Ajokarê bi navê Îbrahîm El-Hemze got ew rê jiyana ajokaran dixe xetereyê. El-Hemze bang li aliyên pêwendîdar kir ku rewşa rê di ber çavan re derbas bikin û xetereya li ser jiyana ajokaran çareser bike.

Miwefeq Salih El-Xelef ê ji gundê Xiwêtle El-Dişo got gelek ajokar guh nadin aliyên xirabûyî, ji ber wê xetere li ser jiyana wan zêde dibe û destnîşan kir ku pêwîst e ew rê di demeke nêz de were sererastkirin.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Şaredariya Gel a  Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo Abdulrehman El-Hadî got ji bo ku cihên xirabûyî ji rê diyar bikin gelek caran derketin wê derê û destnîşan kir ku pêwîstiya wan bi kobriyan heye da ku di dema baran û lehiyê de, rê neyê girtin û çûn û hatin jî neyê astengkirin.

El-Hadî destnîşan kir ku ew amadekariyên sererastkirina rêyê di demeke nêz de bikin.

(bx)

ANHA